Wezîrê Derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias îro duşemê Tirkiye bi wê yekê tohmetbar kir ku li paş hemû qeyran û kêşeyên herêmê ye.
Nikos Dendias di dawiya civîna Encûmena Derve ya Yekîtiya Ewropayê de li Luksemburgê got: “Îro derfetek pêk hat ku ez hevkarên xwe yên li encûmenê li ser çalakiyên nû yên nerewa yên Tirkiyê yên li peravên Yewnanistanê agahdar bikim.”
Dendias diyar kir ku Tirkiye kolkeya hevbeş e li hemû helwestên kêşe li ser ên li herêmê, wek Qerebax, Sûriye, Iraq, Qibris û başûrê rojhilatê Deryaya Spî.
Wezîrê Derve yê Yewnanistanê tekez kir ku Tirkiye li herêmê wek wêrankerê aştiyê ye û ber bi têkbirina aramiyê li dijî yasayên navdewletî gavan diavêje.