Serokê polîsên Tehranê ragihand ku Keywan Îmamwerdî îtraf kiriye ku di dema 10 salan de wî destdirêjî li ser pêtirî 300 keçan kiriye û polîsan di veşargeha wî de dest danaye ser hinek “fîlimên reş” ji destdirêjîya wî li ser 46 keçikan.
Keywan Îmamwerdî ku pêş niha ji bal hinek keçikan di twitterê de hat sûçbarkirin bi destdirêjiyê li ser wan, ji bal polîsên Tehranê ve hate desteserkirin.
Piştî desteserkirina wî polîsên tehranê ragihand ku nêzî 30 keçikan seredana midûryeta polîsan kiriye û li dijî Keywan gilî kirîne.
Rojnameya Hemşehrî ya Îranî îro roja sêşemî 13/10/2020an eşkere kir ku Hisên Rehîmî di nava nûnerên parlamentoya Îranê de ragihand ku vî tewanbarî îtîraf kiriye ku di dema 10 salan de tecawizî pêtir ji 300 keçikan kiriye û ekîbên polîsan di veşargeha wî de dest danaye ser hinek “fîlimên reş” ji tecawîza wî li ser 46 keçikan.
Rehîmî tekez kir ku gilîdarên vê dozê hinek keçên akinciyên Tehranê û hinek ji bajarokên Îranê ne, her weha hinek ji wan keçikan jî li dervey Îranê pêwendî bi dozgerê Îranê kiriye û li dijî Keywan gilîname tomar kiriye.