Partiya Karkerên Kurdistanê a berniyas bi “PKK” her ji yekem roja damezrandina xwe heya niha bas li xwedî derketin ji texa prolîtar û kurdistanê dike, PKK ê her ji destpêkê dijatiya xwe ji bo texa feudal û burciwazî ragihand û diyar kir wê partiya wan li dijî van du texa xebatê bke jiberku ev du texên civakî rêgirin li himber azadiya hizrî û cesedî ya merovan, lê belê niha ji Partiya Karkerên Kurdistanê bûye Partiya Feudal û Burciwazên Kurdistanî, kar ji bo her texekî dike ji bilî texa prolîtar, ew texa ku PKK e gihandî roja îro, PKK e ku xwe bi partiyek Kurdistanî dide nasandin niha her tişt û karekî wê lê binêrî wê dijatîyeke rûn a Kurdistanê têde mêze bikî ev dijatî ewqas eşkere û diyare ku mirov dikare bi wêrekî wê bi “Partîya Dijberên Kurdistanê” jî binav bike.
Piştî lihevhatina dinavbera hikûmeta herêma kurdistanê di gel hikûmeta federal a Îraqê de li ser Şingalê, PKK ê bi eşkere û nihênî dijatiya xwe ji bo vê lihevhatinê diyar kir, evca ji daxuyaniyên qadroyên rêveberên PKK ê bigire heya digehe meş û xwepêşandanên alîgrên wê ku daxwazyên wan alîgrên xwe weke daxwazî û heza hemû gelê Şingalê dida nîşandan, ev dijatiya PKKê jiber hatin yan hebûna leşkerên ‘Îraqê nîne, jiberku di esas da niha leşkerên Îraqî û heşda Şebî li Şingalê hene, dijatî kirina PKK ê bi tenê ji ber vê yekê ye ku dê pêşmergeyên canfîdayên Kurdistanê dîsa vegerin Şingalê û wê ev perçeya birîndar ji xaka Kurdistanê careke din bikeve ser take herêma azad a Kurdistanê.
PKK e ya ku heya niha axaftin û siyaseta xwe li ser zarê qadroyên rêveberên PKKê weke Cemîl Bayik, Duran Kalkan, Mistefa Karasû, Murad Karaylan û Besê Hozat dida xweya kirin, niha siyaseta xwe li ser zarê şêx û kesên feudal dide xweya kirin, PKK e ya ku bas li biratîya dinavbera gelan dike, bas li biratiya dinavbera cendirmê tirk û kurdan dike, bas li biratiya dinavbera pasdarê îranî û kurdan dike, bas li biratiya dinavbera cundîyê ‘Îraqî û kurdan dike, bi tu rengan ne bas li biratiya digel pêşmergeyan dike ne jî pê razî dibe, ew bi hemû awayan li dijî pêşmerge, ala, û serxwebûna kurdistanê ne, dixwazin bi behaneya biratiya gelan kurdan careke din bikin kole di destê dagîrkaran de ger wisa nebe çima PKK e wan kesên kobanê parastî, wan kesên ku bi dirêjahiya dîrokê nav û rûmeta kurdan parastî bi birayên DAIŞ ê bi nav dike?!
Piştî ku PKK ji her tiştî bê hêvî bûy û zanî çewa be wê neçar bimîne ji Şingalê derkeve û careka din wê Şingal vegere ser Herêma Kurdistanê û pêşmergeyên can fîda wê careke din li wê derê bicî bibin û her tişt wê bi yasayê û dûr ji mîlîşya û slogan û meş û xwepêşandanê bê raman birêve biçe, piştî ku zanî wê ev lihevhatin bibe sedema avedankirina Şingalê û vegerîna gelê Şingalê ku niha di kampan de dijîn niha tê û bi rêya serok eşîr û şêxên xaîn dijatiya xwe ji bo vê rêkeftina dîrokî diyar dikin.
Ev kesê ku di vîdyo yê de diyar dibe û pêşmergeyan bi birayên DAIŞ wêne dike û dibêje xwe xwedê nikare pêşmergeyan vegerîne Şingalê, ger pêşmerge vegerin şengalê wê çekan li dijî wan rakîn, bê goman yek ji wan kesên xwe firoş û wilat firoşe ku di dema sedam hisên de caş bûye û di dema hatina DAIŞê de jî yek ji wan kesan bûye ku pêş DAIŞ an ketiye daku xwe biparêze, ger na qet me’qûl nîne kurdek Êzidî bi vî awa li dijî pêşmergeyan axaftinan bike.
Pir eşkereye ku ev axaftinên vî kesî ku PKKe di çapemeniya xwe de weke şêxekî Şingalê dide nasandin verêja hizir û bîrên PKKê ye jiberku ew jî weke PKK ê li dijî xwedê û olê xwedê ye, dema dibêje “xwedê jî nikare pêşmergeyan vegerîne Şingalê” derbirîneke raste rast ji fikir û aydolojiya PKK ê dike, jiberku her kes dizane PKKe partîyeke ku ti bawerî bi ol û xwedê nîne tiştê wan bawerî pê bi tenê Ocelan e, her weha dema ev kes dibêje “pêşmerge birayên DAIŞ ê ne” jî bi tenê derbirînê ji fikar û sitratîjî û helwestê PKKê dike li himber pêşmergeyan, weke din ti kes û hêzeke din nîne bi qasî PKKê û dagîrkarên kurdistanê bi navê pêşmergeyan ev qas hêrs bibe.
Bi rastî jî pirr nexweşe partîyeke ku xwe bi kurdistanî bizane, û li dijî texa feudal kar bike û stratejîya xwe dane, niha weke gayên îspanî dema bi dîtina parçeyên sor har dibin ew jî bi dîtina nav û ala û pêşmergeyên kurdistanê ew qas hêrs bibe û êrîşî ser pîroziyên neteweyekî bike bi tenê daku berjewendiyên xwe yên hizbî pê biparêze.
Li dawyê em ji vî kesî û ew kesên ev axaftin bi wî dayîne gotin û ew kesên piştevaniya wî dikin dibêjîn, we pê xweş be yan ne, pê te’li be yan şirîn pêşmerge wê vegere Şingalê û ti hêzek nîne rêgirîyê li hatina pêşmergeyan bike, xwedê nebe, ji ber ku ti yek ji kurdên resen ên Êzidî dijî hatina pêşmergeyan nîne, ne bi tenê li dijî hatina wan nîne belku daxwaza wan ya serekeye.