Sitratîcîya “Hîlala Zêrîn” sedema êrîşa ser nirxên kurdistanê bû

Sitratîcîya"Hîlala Zêrîn" sedema êrîşa ser nirxên kurdistanê bû

Êrîşa Heşda Şabî li dijî baregeha PDK ê ya li Bexdayê û şewitandina ala Kurdistanê, pilanên paşî ji bo bûyerên siyasî yên li Rojhilata Navîn berbiçavtir kir, Ev bûyer hem ji bo Kurdan hem jî, ji  Iraqê bo gelek pirsên wekî kî bi kê re, li ku derê û çima, di derbarê vê bûyerê de dikarin werin bersivdan.

Sedema êrîşa li dijî baregeha PDK ê û nirxên Kurdistanê li Bexdayê ne daxuyaniyên Hisyar Zebarî ne, Zebarî û gelek siyasetmedarên din ên Kurd daxuyaniyên bi vî rengî dane, û Her weha, ev êrîş ne tenê karê komek mirovan ji alîgirên Heşda Şabî ye, êrîşkaran tenê talîmat pêkanîye, hêzekê biryara vê êrîşê daye, hêzek din jî heye ku dixwaze ji vê êrîşê sûd werbigire, Hêza ku biryara êrîşê dide dewleta Îranê  û hêzên li eniya wê de ne, hikûmeta Îraqê jî dixwaze ji vê kiryara xirab sûd werbigire, herweha li gora Şîa û Kurd anîna hemberî hev di berjewendiyên dewleta Îraqê de ye jî.

Di vê êrîşê de ji Amerîka û YE re jî peyamek heye, bi rengek êrîşkarî, ji kunsilxaneya Amerîka hat xwestin ku balyozxaneya xwe bikişîne, bi rastî de, Îran ê ji Amerîkayê re gotiye ku ev herêma Îraqê ya min e, ev ne mijara me ye, ya ku em dixwazin bêtir li ser bisekinîn eve ku sedemên kûr hene ku eniya Şîîa piştî Peymana Şengalê gavek wusa avêt.

Peymana Şengalê ê li Rojhilata Navîn de pêngava kurd e

Bi rastî jî ma Peyman Şengalê roleke ewqas girîng heye? Belê, heye. Peymana Şengalê ne peymaneke herêmî ye, ew ji bo hemî Kurdan peymanek girînge, Ji ber ku piştî 2014 an, tene şer û berxwedan ket para Kurdan, Lêbelê, bi dîplomasiyê pirsgirêk çareser nekirin û ax jî bi dest xwe nexistin, ji ber vê yekê, Peymana Şengalê tê wateya vegera xurt a Kurdan li ser maseya dîplomasî yê, bi serfirazî  pêkanîna vê Peymana Şengalê  ji bo wan herêmên bi nakok ên li gorî xala 140 an dê bandorekî erênî li ser bike, heman demê li Rojavayê Kurdistanê re jî pirr girîng e.

Peymana Şengalê vegera Kurdan li ser mêza dîplomasîye, her weha dê gelek ji pilanên neyara jî pûç bike, ji ber ku rewşa Kurdan li herêmên bi nakok dê ji nûve bibe mijara nîqaşê, bi vê Peymana Şengalê Herêmên di bin madeya 140 an de ango sitratejîya Hîlala Zêrîn ya Îranê dê hilweşe û ew tifaqîyên ji 2010 an vir ve bi gelek hêzan re hatîne kirin dê jinav biçe.

Hewldanên ji bo astengkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Di çaryeka yekem a salên 2000 an de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya herî balkêş û berbijarê pêşveçûnê ye li Rojhilata Navîn de, li Rojhilata Navîn navendek hêzê ya nû ava dibû, beriya her tiştî, ew ji sûka aborî û sermayedarî pêk dihat ku dê Kurdan ber bi serxwebûnê ve bibe, Kurd bûne aktorên girîng ên dîplomasiyê, di şexsê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Kurdan hêz kom dikirin, bi gotinek din, Hikûmeta Herêma Kurdistanê digihîşt mercên ku dikare çarenûsa qedera Kurdan di sedsala 20 an de ji bo her çar perçeyên Kurdistanê biguherîne, Ji bo vê yeke jî pêvajoya pêşîgirtina Kurdistanê hate destpê kirin.

Êrîşa DAÎŞ ê hişt ku mecal vebe da pêşîya pêşketina Kurdan were girtin, lê çend pirs jî hiştin ku her tim mejîkê me tevlihev bike û hewce yî bi bersivdanê hebe.

DAÎŞ ê Bexda terikand û vegeriya Kurdistanê

Piştî serkeftina DAÎŞ ê li Mûsilê û li hemû Îraqê pêşveçûnek mezin bi dest xwe xist, Piştî Mûsilê, hema bê astengî berê xwe da Bexda yê, bi sed hezaran mirov ji Bexdayê direviyan û Bexda bê semyan ma bû.

DAÎŞ ê dikarî bo Bexdayê bistîne û bibe xwedan hêzek mezin, lê ew hat û êrîşî bajarokê piçûk ê Mûsilê, Şengalê û hin gund û bajarokên derdora Kerkûkê kirin, êrîş pirr tund bûn, lê DAÎŞ ê nexwest li vir bicîh bibe, pirsa girîng li vir dest pê dike, gelo dema ku DAÎŞ ê di karibû Bexda bigire çima êrîşî Kurdistanê kir?

Bersiva rast ewe ku DAÎŞ ne tenê di bin kontrola welatek an jî hêzek tenê de bû, DAÎŞ mîna şerikeyek pirneteweyî, ji hêla gelek layenên berjewendîperest ve di hate kontirol kirin, di destpêkê Îran û Tirkîya û gelek hêzêndin, ku bi rastî DAÎŞ weke serhildana Erebên Sunni derketi bû, eksena wê guhert, beriya her tiştî, ew renge DAÎŞ ê yê dijî zordariya ser Sunniyan derketinê  guherand û wan hedefek gerdûnî danîn  ber DAÎŞ ê û ji her welatî jêre şervan şandin, bi vî rengî, DAÎŞ ê Kurd kirin armanca xwe ya sereke.

Em dikarin bêjin ku DAÎŞ ê di astengkirina desthilatdariya Kurdan de rolek bingehîn list, yek ji wezîfeyên ku ji bo DAÎŞ ê re hatîn danîn ew bû ku dema ku hewce bû li dijî Kurdan were bikar anîn, di heman demê bi hiceta DAÎŞ ê Îran û Tirkîya jî gelek hêzên çekdar yên paramîlîter û tundrew avakirin, hebûna DAÎŞ ê ji bo Tirkiye û Îran ê bingehê afirandina hêzek leşkerî li derveyî xaka xwe û ku bûye sedema tevgera leşkerî li derveyî sînorên xwe dagirbike, bi kurtasî, DAÎŞ ê herî zêde xizmeta Şîîa û Tirkan kir, Kurdan windahiyên mezin dan, lê wan pirr derfet jî destxwe xistin, wekî encamek, Kurdan binkeftina ku dagirkeren hêvî dikir ne jîya, Peymana Şengalê hewildanek e ku Kurd wê mij û dumanê belav bikin, ev xwediyê gelek hêmanên aborî, siyasî, demografî û civakî ye, dê destkeftiyên mezin ji bo Kurdan bixwere bîne.

Bi pirsgirêka Şengalê re, dagirker dixwazin pêvajoyek nû ya astengkirinê çêbikin, Îran biryar e ku vê yekê bi rêya Heşda Şabî û rêxistinên din ên li gel wan hevpiş ên Kurd pêk bîne, Ji bo vê yekê, ya ku pêdivî ewe ku Kurd di warê civakî de li dijî vê astegdarîyê derkevin, Her hêzek ku bibe  hevkarê Îranê û hevparê siyaseta Îranê dê bibe şirîkê xebata astengkirina berjewendîyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çar perçeyên Kurdistanê, Kurd dê wan hêzan weke hevalgirên dagirkeran bibîne û nêz bibe.

Pustên heman beş