Dujminên gelê kurd di rabûrî de û di niha de berdewam hewl didin nîfaqê dinavbera kurdan de dirust bikin û kurdan bi destên kurdan bidin kuştin, ev bûyereke nû nîne belku bi dirêjahiya dîrokê hebûye û berdewam bûye. Dujmin dixwazin biratî û yekîtîya kurdan têk bidin, wan hertim kar li ser vê yekê kiriye û cihê esefê ye ku hin caran jî di vê xwasteka xwe de serketin aniye, lê belê ya cihê dilxweşiyê ji dema ku Mes’ûd Barzanî, Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê şerê birakujî heram kirî, herçend ku pir caran alozî jî dirust bûn lê belê bi t awa şer neqewimî û barzanî bi xwe rêgirê sereke bû ji vê yekê, dibe bûyerên 16 Oktobera 2017an baştirîn mînak be, dema ku hinek Kalfamên di nava YNK ê de îxanet krî û Kerkûka dilê Kurdistanê radestî dujminên gelê kurd krî û pişt re xwastî şerekî birakujî yê mezin dirust bikin, lê jîrî, hişyarî, kurdayetî, netewayetî û rêberatîya Mes’ûd Barzanî rê bi vê yekê neda û rêgirî kir.
Piştî ku barzanî şerê kurdan bi kurdan re heram kirî partîyên siyasî yên ku dixwest vê yekê ji bo berjewendiyên xwe yên hîzbî bikar bînin û sûdê ji vê axaftina Barzanî wergirin hindik nebûn, wan pirr caran xwest li ser vê esasê alozî û pevçûnan dirust bikin jiberku baş dizanî barzanî ew kes nîne ku ji axaftina xwe paşgez bibe. Ji ber vê yekê dest bi planên xwe û karên provaksyon û dirustkirina rewşa kaosî kirin, partîya pêtir ji her partiyekî ev kare kirî PKK e bû.
Her kes dizane piştî ku Barzanî şerê birakujî heram kirî, PKK ê pêtir tirîn karên provaksyon li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Partîya Demokrata Kurdistanê encam dayîne, ji bêrêzîkirin bi pîroziyên vê partiyê heya digehe dest danîne ser gund û bajarokên herêmê û rêgirî kirin li pêşmergeyên Kurdistanê û şerê medyayî li dijî saziyên hikûmî yên Herêma Kurdistanê.
Diyare partiyên siyasî yên weke PKK ê bi şaşî di axaftina Barzanî ya heramkirina şerê birakujî gihiştîne
Paş ku PKK ê her tişt ceribandî û şer rû neday, ev care dest bi karên herî qirêj kir, carna bi kuştina serkonsolê Tirkiyê li Hewlêrê, carna bi rêgirîkirin li pêşmergeyên kurdistanê li Zînê Wertê, paşan alozkirina rewşa Şingalê û dijatîkirina lihevhatina hikûmeta herêmê digel hikûmeta Îraqê, carna jî bi şerê medyayî li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û teqekirin li pêşmergeyan li Dînartê heya ku gihiştî kuştina Xazî Salih Alîxan yê berpirsê asayîşa deriyê sînorî yê ser zêrê û teqandina boriya nefta Herêma Kurdistanê, PKK ê li tu tiştekî xwe neda paş lê dîsa şer neqewimî, xwe bi daxuyaniyên dujminan e û dûr ji eqlî yên rayedarên PKK ê yên weke “Murat Karaylan, Cemîl Bayik, Mistefa Qarasû û Besê Hozat a genî” ku şerê bi başûrê kurdistanê bi şerê kurdan neda zanîn û raghandî pêşmerge ne brayên mene!
PKK ê xwe rehim bi şêniyên wan gundan jî nekir yên ku li cihên xwe may, ew neçar kirin bacê ji PKK ê re bidin!
Diyare partiyên siyasî yên weke PKK ê bi şaşî di axaftina Barzanî ya heramkirina şerê birakujî gihiştîne, ger na bi tu awa karên ew qas provaksyon li dijî Herêma Başûrê Kurdistanê encam nedidan, PKK ê axaftina barzanî ji xwe re delîve dît û bû xetereyeke mezn li ser ewlehî û saziyên qanûnî yên herêma kurdistanê, PKK e li jêr sîbera vê axaftina barzanî bû sedema têkdana asayîş û aramiya gund û bajarên kurdistanê û welatiyên başûr naçarkrin gund û warên xwe bicî bihêln, bi vê yekê hem xel aware kir hem jî bo sedemek ji bo dirust bûna bê karîyê li cem ciwanên başûr, di vê yekê de jî PKK e sûdmenda sereke bû jiberku PKK e bo pira derbasbûna van ciwanan ji bo Ewropayê û bi vê yekê ev ciwane hem weke mijarek medyayî li dijî Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bikar anîn hem jî bi wergirtina pereyan ji bo derbas kirina wan bi qaçax ji bo Tirkiyê û li wir ber bi Ewropayê sûd wergirt, PKK ê xwe rehim bi şêniyên wan gundan jî nekir yên ku li cihên xwe may, ew neçar kirin bacê ji PKK ê re bidin!
Berdewam bûna karên PKK ê yên qirêj li dijî Herêma Kurdistanê bû sedem ku Barzanî li roja duşemî 2/11/2020an de daxuyanyek nivîskî parve bke û bi eşkere ji wan û her hêzeke siyasî a din re bibêje nabe kes bi şaşî vê axaftina me şîrove bikin û bibin sedema xetereyê li ser saziyên fermî yên herêma kurdistanê, ev jî hişyariyek eşkere ye ku li virr pêde rê bi tu kes û aliyekê nayê dayîn bibin xetere li ser statoya Herêma Kurdistanê bi taybetî ew aliyên siyasî yên li ser xêr û bêrên başûr û gelê wê dijîn û xwe bi birayên wan nizanin.
ciwanên başûr rûyê we yê rast û bê maske ji mêj de ye nas kiriye
PKK e pêwîste hedê xwe bizanibe û li virr bisekine, em ji PKK ê re dibêjin, hûn ne ew hêzin ku bikarin pîlanên xwe yên qirêj li dijî herêma başûrê kurdistanê bi temamî bicî bikin, li ciyê xwe bisekinin û êdî bese, em dibêjin “kesê ku şerê birakujî heram krî, dikare careke din vî şerî helal bike, bi taybetî di demekî de ku hûn bi xwe, xwe bi birayên başûr nizanin û dibêjin “gerîla û pêşmerge ne xuşk û birayên hevin, ger şer rû bide wê dawiya we û planên we be. Hûn pir şaşin ger dilê xwe bi ciwanên başûr xweş bikin ku alîkariya we bikin, ciwanên başûr rûyê we yê rast û bê maske ji mêj de ye nas kiriye.
Ya rast tişta ku PKK ê bi kurdistanê ve girê dide di niha de bi tenê kincên gerîlayan û mejîkê rayedarên vê partiyê ye, lê belê ne mejîkê kurdî belku mejîkê wan weke kevirên Kurdistanê reqe!