Partiya Karkerên Kurdistanê bi awayek sîstematîk û pêşwext xwe ji bo şerê li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade dike û di vê derbarê de li navxweya kurdistanê û Ewropayê dest bi komkirina pereyan ji bo kirîna çek û cebilxaneya ji bo şerê li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye.
Piştî têkçûna rewşa başûrê kurdistanê bi sedema liv û tevgerên berdewam yên PKK ê û bombebaran kirina Başûrê Kurdistanê bi sedema PKK ê ji hêla balefirên dewleta Tirkiyê ve û kuştina fermanberên herêmê û daxuyaniyên agirîn yên dije kurdên PKK ê li dijî herêma başûr û hikûmeta wê ya meşrû’ niha PKK ê bi awayek piraktîk dest bi xwe amadekirinê ji bo şer kiriye û dixwaze şerê medyayî li djî herêma kurdistanê derbasî şerê çekdarî bke û careke din rewşa başûrê kurdistanê mîna salên 90an ji sedsala rabûrî bike û ciwanên kurd bi kuştin bide.
Di vê derbarê de çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Ewropayê destnîşan kir, qadroyên PKK ê yên li Ewropayê mijûlî komkirina pereyane ji gelê kurd yên li Ewropayê dimînin, ji bo ku wan pereyan ji bo kirîna çek û cebilxaneya bişînin Qendîlê, çavkaniyên pêgeha me herweha eşkere kir kesên ku razî nabin pereyan bidin qadroyên PKK ê rastî êrîşê dihên û qadroyên PKK ê gefan li wan dixwen û wan bi ajan û kirêgiritîyên Mîtê dide nasandin.
Wisa diyar dibe ku grûpa Enqere yê biryar daye careke din rewşa Başûrê Kurdistanê bi hêncetên bê wate weke rewşa salên 90an ji sedsala rabûrî bikin û dixwazin xwasteka dewleta Tirkiyê û Îranê ji bo jinavbirina statoya herêma kurdistanê û paşve birina wê bi awayek piraktîk bicî bikin.