PKK ê du polîsên neft û gazê li navçeya Çemankê birîndarkirin

PKK ê du polîsên neft û gazê li navçeya Çemankê birîndarkirin

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê ragihand, îro êvarê çekdarên PKK ê li navçeya Çemankê êrîşî ser hêzeke polîsên neft û gazê kir, hat zanîn ku ew polîs di erka xwe ya fermî de bûn.

Ev êrîşa PKK ê duyemîn  êrîşe ku di îro de li ser saziyên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de pêk anî, îro serê sibê jî çekdarên PKK ê bombeyek çandî bi tirombêleke pêşmergeyan de teqand û di encam de du pêşmerge brîndar ketin û yeke din jî şehîd ket.

Êrîşên PKK ê li dijî hikûmeta herêma kurdistanê hevdemin di gel daxuyaniyên tund yên rayedarên PKK ê li dijî hikûmeta herêma kurdistanê.

Pustên heman beş