Bi tometa sîxurî kirin ji bo CIA Amerîkî cezayê darvekirinê ji bo serokê zanîngehekî li Îranê hat derkirin.
Çavkaniyên nûçeyan li Îranê îro roja Şemiyê 7/11/2020an eşkere kir, jiber hevkariya bi CIA a Amerîkî û gihandina zanyariyên taybet bi wan re cezayê darvekirinê ji bo serokê zanîngehekê li Îranê hat derkirin.
Medyaya Îranê ragihand: “nûnerên CIA ê bi amadekirina senaryoyekê nehîşt keça wî serokê zanîngehê li Wîlayetên Yekbûîy derkeve, û tenê mercê rakirina qedexeya giştî li ser keça wî, hevkariya îstixbaratî ya serokê zanîngehê bû digel CIA ya Amerîkî û bi mexabnî ve serokê zanîngehê hevkariya bi wan re qebûl kiriye.”
Ev di demekî de ye ku heya niha nasnameya vî serokê zanîngehê nehatiye eşkere kirin û nayê zanîn ew serokê kîjan zanîngeha Îranê ye.