Fransa êrîşa PKK ê li ser pêşmergeyan pirotesto dike

Fransa êrîşa PKK ê li ser pêşmergeyan pirotesto dike

Fransa ew êrîşa çend roj pêş çekdarên PKK ê li parêzgeha Duhokê li dijî hêzên pêşmergeyên Kurdistanê encam day pirotesto dike.

Di daxuyaniyeke Wezareta Karên Derve a Fransa yê de hatiye “Fransa hevxemiya xwe ji bo malbatên qurbaniyan diyar dike û hêvî dike rewşa saxlemiya birîndara bi zûtirîn dem baş bibe.”

Di beşeke din a daxuyaniya Wezareta Karên Derve a Fransa yê de êmaje bi vê yekê hatîye dayîn “Hêzên Herêma Kurdistanê di gel hêzên Îraqa Federal hevbeşên me ne di şerê dijî DAIŞ ê de.”

Fransa dijatiya xwe ji bo wan karên Partiya Karkerên Kurdistanê nîşan da û ragihand ev kare li dijî serwerî û yek parçeîya axa Îraqê û ewlehiya Herêma Kurdistanê ne.

Her wiha Fransa dibêje ku Partîya Karkerên Kurdistanî (PKK e) grûpeke “terorîstî” ye di yekîtîya Ewropayê de.

Ev di demekî de ye ku roja Eynî 6/11/2020an, wezareta karên derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de êrîşa çekdarên PKK ê li ser hêzên Pêşmergeyên Kurdistanî li Çemankê pirotesto kirin û ragihand ew dê piştevaniya Hikûmeta Îraqê û Herêma Kurdistanê kin ji bo jinavbirina “terorê”.

Pustên heman beş