Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan derbarê polîtokaya hikûmeta Tirkiyê ya Sûriyê dei ragihand ku hikûmet di siyaseta Sûriyê de pêdegir û berdewam e li ser parastina şaşiyên xwe.
Rêxistinên Partiya DEVAyê li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê yekemîn kongreya xwe ya asayî pêk anîn. Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê, Alî Babacan jî beşdarî kongreyê bû û gotarek pêşkêş kir.
Alî Babacan têkildarî siyaseta Tirkiyê ya li Sûriyê got ku Tirkiye di şerê Sûriyê de bûye aliyek û divê li şûna şer û tevlîheviyan, navçeyê ber bi aşitiyê ve bibe.
Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê herwiha amaje bi wê yekê kir ku ti sûda Tirkiyê nîne bi îdeolojiyên teng tevlî rewşa li Sûriyê bibe û heta aştiyê neyê pêkanîn mirov dê li wê derê bêne kuştin.