Li Kerkûkê teqîn: Kuştî û birîndar hene

teqîn

Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê ragihand, bombeke çandî li Kerkûkê teqiyaye û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Li gor daxuyaniya Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê, ew bombe bi hêzên Heşda Şeibî ve teqiyaye û di encamê de “2 çekdarîn Heşda Şeibî hatine kuştin.”

Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin di encama wê teqînê de “6 çekdarên Heşda Şeibî birîndar bûn.”

Di daxuyaniyê de tê aşkerekirin ku teqîn li gundê Pelkane rû daye û lîwaya 52 a ya Heşda Şeibî kiriye armanc.

Pustên heman beş