Amerîkayê Pêşmergeyê başûrê Kurdistanê pirrçek kir

Hêzên Hevpeymanîya Navneteweyî a dijî rêxistina DAÎŞ ê ku Amerîka serperiştîya wê dike, îro hejmareke mezin a alîkariyên serbazî radestî hêzên Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê kir.

Îro roja sêşemî 10/11/2020an, hêzên Hawpeymanîya Navneteweyî bi serperiştîya Amerîkayê di merasîmekê de li Hewlêrê, alîkaryên leşkerî radestî hêzên Pêşmerge kir, ev alîkarî di çarçûveya hewlên yekgirtina pêvajoya yekxistina Pêşmergey da hatine Başûrê Kurdistanê.

Li gorî agahiyên destê me, alîkarî ji otombêlên leşkerî yên ji corê Hamer, tankerên sotemeniyê û hinek kel upelên leşkerî pêk tên.

Di merasîmê da, nûnerên Hevpeymanan û berpirsên wezareta Pêşmerge amade bûn, birîkarê wezareta Pêşmerge, Serbest Lezgîn derbarê alîkariyan da got: Pirçek kirina Pêşmerge beşekî giring ji wê reforma ku di wezareta Pêşmergey da dest pê kirîye.

Ew alîkariyên leşkerî li ser herdu lîwayên 14 û 16 yên peyade yên hêzên Pêşmerge hatine parve kirin.

Pustên heman beş