Arteşa Tirkiyê îro ji sînorê Bakurê Kurdistanê devera Berwarî Bala a Başûrê Kurdistanê topbaran kir û 4 mûşek li dorbera gundekê deverê dane.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja sêşemî 10/11/2020an, arteşa Tirkiyê nuqteyên PKK ê li devera Berwarî Bala ji sînorê Bakurê Kurdistanê hedef kirine û 4 mûşek lê xistine.
Dest nîşan kir, ev êrîş li demjimêr 12:30 nîvrojê çêbûye û heya demjimêr 1:00 dewam kirîye, arteşa Tirkiyê 4 mûşek li nuqteyên PKK ê li dorbera gundê Duyrê yê nahya Kanî Masê girêday devera Berwarî Bala dane.
Partîya Karkerên Kurdistanê herku dçie hereketa çekdarên xwe têxe nêzî gund û bajarokên Başûrê Kurdistanê bi wê amancê ku ev gund werin çul kirin û bibin meydana şer, ev siyaseta PKK ê ji paş êrîşa 15 xizîrana îsalê bi zelalî derketîye û ji wê demê pêtirî 50 gundan hatine çul kirin.