Ji Amedê bangewazek jiboy PKK ê li Amêdiyê

Ji Amedê bangewazek jiboy PKK ê li Amêdiyê

Li Amedê Koma Diyalogê ya Dîcle-Feratê êrîşên PKK ê li ser hêzên ewlekariyê yên Herêma Kurdistanê şermezar kir.

Muhîttîn Batmanli li ser navê Koma Diyalogê ya Dîcle-Feratê daxuyanî da û bi bîr xist ku PKK e di êrîşan da Pêşmerge şehîd kirin.

Batmanli diyar kir ku ew PKK ê şermezar dikin û wiha axivî: “Nuka li qada navneteweyî Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye, dewletek heye. Hemû civata navneteweyî û Iraqê vê nas dike. Amerîka, Tirkiye nas dikin. Çi karê we heye. Hûn êrîşî Pêşmergeyên Hikûmeta Herêma Kurdisanê dikin. Êdî bes e, we goştê canê me zer kir. Ji 50 sal e hingî hûn derketine li Kurdan, zilmê dikin.”

Batmanli wiha pê da çû: 

“Ez PKK ê şermezar dikim. Kesên dengê xwe didin HDP ê û PKK ê dibê hişê xwe hildin serê xwe. Ev wiha nabe. Hûn bi saya serê Kurdan siyastê dikin. Li dinyayê cara ewil piçûk be jî hikûmeteke Herêmî ji me ra hatiye avakirin hûn diçin êrîşî wê dikin. ji bo Xwedê nekin, êdî bes e. Em dibêjin bira merov nemirin, Kurd jî, Tirk jî, Ereb jî ne mirin. Bira tu kes nemire.”

Pustên heman beş