Arteşa Tirkiyê îro operasyon li djî PKK ê li Bakurê Kurdistanê encam da û agahiyên ewil nîşan didin ku dû çekdarên PKK ê hatine kuştin.
Li gorî agahiyên destê me, îro roja çarşemî 11/11/2020an, arteşa Tirkiyê li Xuzata navçeya Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, operasyon li dijî PKK ê encam da û dû çekdarên PKK ê ketin ber êrîşan û canê xwe ji dest da.
Tê zanîn arteşa Tirkiyê ev dû çekdarên PKK ê bi êrîşa hewayî ya balefirên ceng hedef kirine.
Partîya Karkerên Kurdistanê û balê wê yê serbazî tu agahî li derbara operasyonê û ji dest dayîna çekdarên xwe nedane.
Her îro li dorbera bajarê Mêrdînê, operasyona arteşa Tirkiyê li dijî PKK ê pêkhat û di encamê de muhimat û alavên PKK ê yên jêr erd dest bi ser de hat girtin.