Kejal Derwêş/ Nivîskar
Pêwîste em xwe ji wê atîfê dûr bikin ewa ku bi hezaran salane me Kurdan dikuje
Heger em bixwazin rastîya bûyerên ku li deverên Kurdî bi taybet li Başûrê Kurdistanê çêdibin bizanîn, bigre ji tehrîkên serbazî ên ku ewlehî û aramiya Herêma Başûr û hikûmeta wê a şer’î bi seroktîya Mesrûr Barzanî hedef dike, her wiha hêzên Pêşmerge ku Kurdistanê û gelê wê ji rêxistin û mîlîşyayên terorê diparêze, ew herêma ku niha di zehmettirîn qûnax de bi sedema vîrosa Koronayê derbas dibe, pêwîste em xala li ser pîtan danîn û xwe ji wê atîfê dûr bixin ewa ku bi hezaran salane me dikuje û ji boy wê qurbaniyê bi her tiştî ji bo xizmeta dujminên gelê Kurd didin.
Di rastî da karên provaksyon ên ku Partîya Karkerên Kurdistanê li ser astê serbazî û medyayî, tenê xizmeta berjewendiyên dujminên gelê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê dike, lewma ji bilî xwefiroşiyê nikarim ti navên din li van karan bikim, bi sedema rêveberiya PKK ê ewa ku pir bi zelalî dibêje ku wan tu ecêndayên netewî û yên hemawa nînin, belku ew ji bo Biratîya Gelan û hinek siloganên ne lojîk tev digerin.
PKK ê dev ji silogana serxwebûna Kurdistanê berdaye, ewa ku li destpêka damezrandina xwe xebat ji bo kirî û li pênavê wê pitirî 40 hezar ciwanên Kurd bi kuştin dane, PKK ê xewna serxwebûnê kirîye kabûs û ketwarekê tehil li ser milê helgirên vê amancê li her çar perçeyên Kurdistanê.
Boçî PKKe êdî rast û çep weke gayê har êrîşan dike?
Da em vegerin wan sedemên ku çima PKK e ji bal dujminên gelê Kurd ve tên bikaranîn, gelek ji meseleyên, siyasî li navçeyê hêjan ji bo tevahiya aliyan nezelalin, heger em ji xwe bipirsîn çima niha? û çima ev partîye rast û çep weke gayê har êrîşan dike?!
Di rastî de wê hinek guherîn li ser asta qada navxwe çêbibin, ji wan dirustbûna herêma Sunnî li Îraqê, lê ger em ji xwe bipirsin, ti alî wê ji vê zirarê bîne?
Wê bizanîn ku Hîlala Şî’î wê were qut kirin, pirsa din peymana li nêvbera Hewlêr û Bexdayê ye ku ji bo derxistina PKK ê hatîye îmze kirin ku wê vê hîlalê perçe bike, ji berku PKK e li Şengalê di çarçûveya (Mîhwerê miqawemê) yê Îranê de ye, lewma zirarmendê yekê li herdu haletan tenê rejîma Îranê ye.
Lewma di vê dema hestiyar de PKK ê derfet ji bo xwe dît û ji ber ku aliyên sereke bi melefa Rojhilata Navîn û hilbijartinên Amerîkayê ve mşexûl bûn, lewma Îranê PKK e ji bo lêdana ewlehîya Başûrê Kurdistanê livand, bi amanca helkirina fitinê li nêvbera gelê Başûr, ya rast ev hewl ji bo lêdana desthilata şer’î a Başûr tên avêtin.
Li vir pêwîste em ecêndayên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê jibîr nekin ku ev dewlet û mifadarê yekemîn be ji wan bûyerên ku niha lê tên jiyan kirin, Tirkiyê operasyoneke bi guman li dijî PKK ê li Başûr dest pê kirîye, bi hênceta wê operasînorê arteşa Tirkiyê nêzî 30 kîlometran ketîye di xaka Başûr de, 12 nuqteyên sitratecîk ava kirine û ecêndayên xwe di domîne.
Armancên PKK ê pir ji fikra neteweyî a Kurdistanê dûr ketine
Êncam zêde girînge, tiştê bi tevahî ku dikarim bibêjim eve: Armancên Partîya Karkerên Kurdistanê pir ji fikra netewî a Kurdistanê dûr ketine, ev partîye weke hêzeke bi kirê lê hatîye ji bo cî bi cî kirina ecêndayên dewletên dagîrker li her çar perçeyan, amanca wê bûye zirar gihandin bi ewlehîya netewey a Kurdî û hebûna gelê Kurd.
Bangewazîya min ji bo her Kurdek wilatparêz ku bawer bi netewa xwe hebe, hem wext ji bo tev roşenbîr û siyasiyên Kurd, ji siyaseta girtina nîva darî dûr bikevin û helwestên xwe bi zelalî eşkere bikin, em niha li doryanekê ne, wê hebîn yan tune bibîn.