Her sê serokatiyên Herêma Başûrê Kurdistanê, îro li derbara yasaya qerzan civîyan, di civînê de helsengandin ji boy wê yasayê kir ya ku li pêncişemî ya rabûrî Parlemana Îraqê li dijî Kurdistaniyan erê kirî.
Her yek ji Serokatîya Herêma Başûrê Kurdistanê, serokatîya encûmena wezîran û serokatîya parlemanê Kurdistanê, îro li derbara yasaya qerz û kurthênanê ya parlemanê Îraqê civîyan ku li pêncişemî ya rabûrî li dijî xwastek û berjewendiyên gelê Kurdistanê ji bal hêzên siyasî yên Erebên şî’e û sune li ser bingeha piraniyê hatbû pejirandin.
Paş civînê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê, di kongireyeke rojnamevanî da helwesta Başûrê Kurdistanê li derbara vê yasayê eşkere kir.
Nêçîrvan Barzanî got: “ev yasa li dijî hemû binemayên wê tewafiq û şeraketê ye ewa ku Îraqa nû li ser hatîye avakirin ku kurd beşeke serekî bûn ji wê pêvajoyê herweha diyarkir, hêzên siyasî yên ‘Ereb ev yasa li ser esasê piraniyê li dijî gelê Kurdistanê pejirand”.
Serokê başûrê welat got: “heger aliyên siyasî yên Îraqê vê yasayê ji bo xwe bi serketin hesab bikin, em jêre dibêjin, ev mezintirîn şikestine, ji ber ku vê yasayê stem û zulmeka mezin li dijî Herêma Başûr û welatiyên wê têdeye”.
Di beşeka din ya gotnên xwe da, Nêçîrvan Barzanî got: “li gel vê sitemê êdî gelê başûr bi ti awayî xwe weke beşek ji Îraqê hesab bike”?
Li derbara sedemên derkirina vê biryarê ji bal parlemanê Îraqê ve, Nêçîrvan Barzanî got: “bo wan alîyên ku dibêjin û banga wê yekê dikin ku ev yasa ji ber melefa neftê li dijî Kurdistanê hatîye erê kirin, ev yek bi ti awayî rast nîne, ji ber ku Hikûmeta Başûr pabendî hemû erkên xwe li beranberî Îraqê bûye û li gor lihevhatinê, pêwîste kujmê 320 milyar Dînar ku dibe beşek ji mûçeyên fermanberan, heya dawiya sala 2020an ji bo herêmê were şandin”.
Nêçîrvan Barzanî, helwesta herêma başûr bi zelalî di vê kongreya rojnamevanî da bas kir û got: “pêwîste Hikûmeta Başûr dabîn kirina mûçeya fermanberan bike ewlewiyeta xwe”.
Parlemena îraqê li pêncşemî ya rabûrî yasaya qerz pejirand û beşa Başûrê Kurdistanê têda nehat zelal kirin û birîna mûçeya fermanberên başûrê welat bi dengên erebên şî’e û sunne hat erê kirin.
Xala nakok li nêvbera hewlêr û Bexdayê di vê yasayê da ev bû, ku aliyên şî’e û sunne xwestin bi her rêya hebe, beşa budceya Başûr neyê şandin, lewma peymana nêvbera hewlêr û Bexdayê ewa ku li sala rabûrî hatîye îmze kirin ku herêma başûr rojane 250 hezar bermîlên petrolê bi rêya şirketa Somo ya îraqê bişîne derve welat û li himberî vê, hikûmeta Bexdayê bi 320 milyar dînaran ji bo başûrê kurdistanê bişîne ku ev kujme dibe beşek ji mûçeyê fermanberên hikûmeta Kurdistanê.