Onder: Dewletê hêjan biryar nedaye ka dê bi Kurdan re şer bike yan aştiyê

Sirri-Sureyya-Onder-net

Endamê şandeya Îmraliyê û parlamenterê DEM partiyê yê Stenbolê Sirî Sureyya Onder got: “Dewletê hêjan biryar nedaye ka dê bi Kurdan re şer bike yan aştiyê”.

Sirî Sureyya Onder derbarê pêvajoya nû axivî û got: “Tişta ku em dizanin naveroka hevdîtinên meye, dema ku pêvajo bighêje astekê dê raya giştî agahdar bibe, lê ji xeynî vê tişta em dizanin û vedşêrin tineye”.

Onderd di beşeka axaftina xwe de amaje kir ku dewletê hêjan biryar nedaye ka dê bi Kurdan re çi bike û weha pê de çû: “Gelo hikûmet di wateya ku em jê re dibêjin aqlê dewletê dê bi Kurdan re aştiyê çêbike û bi vî rengî hewl bide li Rojihlata Navîn bibe aktorê sereke, yan dê bi Kurdên Sûryeyê têkeve nava pevçûneke dijwar”?

Got: “Li gorî min ji ber ku di vî alî de Tirkiyeyê hîn biryareke zelal nedaye di pêvajoyê de ne zelalî heye”.

Di berdewamiya axaftina xwe de Onder wiha got: “Ger ku Kurd razemendiya aştiyê bikin dê derfeta mezin, ango îhtîmala serxwebûna Kurdistanê ji dest bidin, Ocalan ji destpêkê ve amaje bi wê yekê dike ku eger Kurd vê rîskê bigirin ser milê xwe, dê bi xwe re serketineke dîrokî jî bîne”.

Teorya konfederalîzma demokratîk ya Ocalan li ser van her du îhtîmalan ava bûye. Loma jî ji dewletê nêzîkatî ji bo Ocalan heye ku dibêje êdî dema pêkanîna vê teoriyê hatiye.

Pustên heman beş