Nivîskar: Cemal Hemê
Salih Muslim, Hevserokê Berê yê Partîya Yekîtîya Demokratîk PYD ê ji ajansa Hawar a girêdaî PKK ê re gotiye ku di nava wan mercên herî zehmet ku Encûmena Niştîmaniya Kurdî ENKS ê li ber danûstandinên yekxistina mala kurdî ku em çi caran qebûl nakin, pirsa zimanê kurdî ye di peyrewên xwendinê de, Salih pirsî ye gelo bi ti awa aliyek ku îdîaya fikra netewî a kurdî dike, pirsa zimanê kurdî li gel me nîqaş dike! Ger zarokên me zimanê xwe yê daykê niha û di vê rewşê de fêr nebin, wê kengî fêr bibin?
Weke diyar, gotinên Salih Muslim rastin, lê belê weke hertim armanceke vala û betal li pişte, berevajî kirina raya giştî li pişte, ji ber ku pirsgirêka ENKS ê ne li gel zimanê kurdî ye, belku li gel aydolojiya genî ya Qendîlê ye, ew aydolojiya ku bi awayekî sîstematîk dikeve di nava peyrewên xwendinê de û bi guhê zarokên kurdan de tê gotin û mejîkê wan pê tê şûştin bi hinceta wê yekê ku ev zimanê kurdî ye, ev jî koka mijarê û mebesta rast ya nerazîbûna ENKS ê ye li ser fêrkirina zimanê kurdî.
Sedema diduyan eve ku Salih Muslim û hevalên wî di rêveberiya xweser de eve ku pirojeya rêveberiya xweser di esas de bergiryê ji yek parçeya xaka Sûriyê dike û perçebûna Sûriyê red dike, belku bêhtir ev rêveberî fedralî yê jî ji bo kurdan naxwaze, xwe rê nade rêveberiyeke bi kirasekê netewî yê kurdî jî çêbibe, lewma ew xwe weke beşek ji Sûriyê hesab dike û daxwazê ji gelê kurd dike ku dev ji amanca avakirina statoya kurdî berdin û wan daxwaz dike ku li gel civaka Sûriyê li jêr navê biratîya gelan asmîle bibin.
Lewma û ji berku zimanê ‘Erebî bi zimanê fermî yê dewleta Sûriyê ye, wezareta perwerdê danpêdanê bi çi zimanên din bo xwendinê nake û bahwernamê li ser esasê zimanê fermî dide xwendkaran, rêveberiya xweser jî danpêdanê bi peyrewên xwendinê yên Sûriyê nake û rê nade xwendkarên kurd zimanê ‘Erebî li gel yê kurdî bi hevre li dibistanan bixwînin, ev bi wê wateyê tê ku xwendkarên kurd paş temam kirina xwendinê wê bahwernameya wan ji bal Sûriyê ve danpêdan nayê kirin û di karîna wan de nabe li çi saziyeke dewletê wezîfedar bibin, çarenivîsa wan wê bibe paletî, cotkarî û xizmetguzarên resturanta.
Lewma Salih Muslim û hevalên wî dikarin ji mere bibêjin li kîjan welatî wê danpêdan bi bawernameyên rêveberiya xweser were kirin? Gelo çarenvîsa nifşekê temam ku xwendî û zehmet dîtî wê bi ko derê de biçe?, gelo ew wê bahwernamên xwe hildin refê û bê pêşeroj bimînin? Jiberku ne li nava Sûriyê û ne li dervey Sûriyê danpêdan pê nayê kirin.
Herweha ev xwendkarên ku aydolojiya PKK ê bi hinceta zimanê kurd li dibistanên rêveberiya xweser xwendî wê bi tu awa li gel Sûrî yan reftar bikin ji berku wan ne zimanê ‘Erebî xwendîye ne jî dizanin pê bi axvin û binivîsînin, gelo ma ev siyaseta rêveberiya xweser nabe sedema çêkirina nifşekê ku bibin bargiranî li ser civakên kurdî û Sûrî?
Pirsa sereke li vir eve, rêveberiya xweser bi tu awa dixwaze li gel dewleta sûryê be û nehêle ciwanên kurdan fêrî zimanê Erebî bibin?
Gelo hûn dizanin pirsa ku zarokên me fêrî zimanê kurdî bibin tu girîngî ya xwe li cem rêveberiya xweser nîne, belku tişta ku ev taxme girîngîyê pê didin eve ku pêwîste ew ziman û aydolojiya kurdî li dibistanan were xwendin ku ji Qendîlê tê şandin, rêveberiya xweser dixwaze zarokên me bi wê aydolojiyê ve girêdin û hêjan ji temeneke zû zarokên me bi wê aydolojiyê perwerde bikin, heya wê dema mezn dibin û piştre ji bo serbazgehên PKK ê tên revandin, lewma ev sedema gewherî ye ku ENKS e dixwaze xwendina zimanê kurdî li dibistanan ne li jêr serperiştîya Qendîlê be, ji bo ku zêdetir aydolojiya genî ya PKK ê bi guhê zarokên me da neyê bang kirin.