Parêzgarê Hewlêrê a paytexta Başûrê Kurdistanê, îro di temena 42 saliyê de koça dawiyê kir.
Dr. Ferset Sofî yê parêzgarê Hewlêrê piştî pêketina bi vîrosa Koronayê (covid-19), îro roja çarşemî 18/11/2020an, koça dawî kir.
Parêzgarê Hewlêrê li roja 20 cotmehê bi vîrosa Koronayê ketibû û paş ku xeterî ket ser jiyana wî, ji boy tedawî kirinê bo dervey welat hatibû şandin.
Ferset Sofî namzetê Partya Demokrata Kurdistanê bû di 12ê îlona 2019an da weke parêzgarê Hewlêrê hatbû hilbijartin.
Hewlêr ji sala 1923an ve bûye parêzgeh û Ferset Sofî parêzgarê 41an yê Hewlêrê bû.
Her ji wexta belavbûna nûçeya koça dawiyê ya Ferset Sofî, gelê Başûrê Kurdistanê, roşenbîr, nivîskar rêxistin û kesatiyên siyasî xemgînîya xwe diyar kirine, di sosyal medyayê jî de ji destdayîna wî bi xesareteke mezin hatîye hesab kirin.
Paş koça dawiyê ya Ferset Sofî, serokatiyên Herêma Başûr beyanameyên sersaxiyê parve kirin û têde xemgînî bi ji dest dayîna parêzgarê Hewlêrê nîşan dane.