PKK ê berpirsê xwe yê gomirka Şengalê tesfîye kir

Berpirsê gomirka Şengalê a Partîya Karkerên Kurdistanê “Îrfan Akcan” kete ber êrîşekê û hate kuştin, navbûrî karê veguhestina çekdaran dikir û bac ji welatîyan distand, lê belê nezlale ew bi destê dewleta Tirkiyê hatîye kuştin yan PKK ê tesfîyek kirîye.

Li gor agahiyên destê me, “Îrfan Akcan” bi kod navê “Azad Heşet”, berpirsê gomrikên PKK ê bû li Şengalê, navbûrî di lîsta gewir a daxwaz kiriyên dewleta Tirkiyê de bû, di navbera Sûriyê û Şengalê de karên derbasbûna çekdaran û derbaskirina cebilxaneyê dikir û li ser sînor jî bac ji welatîyan distand.

“Azad Heşet” li 8 vê mehê li ser sînorê Şengalê û Sûriyê hatîye kuştin û hêjan nezlale kîjan alî ew kuştîye, lê belê agahiyên ku ji Şengalê bi dest çavkaniyên pêgeha Darka Mazî ketine eşkere dikin ku Azad Heşet ji bal PKK ê bi xwe ve hatîye tesfîye kirin.

“Îrfan Akcan” li sala 2010an da tevlî PKK ê bûye,  li sala 2015an da li Silopiyê di bûyerên şerê Xendekan de çalak bûye.

“Akcan” di sala 2019an da bûye berpirsiyarê gomirkên Şengalê yê PKK ê, di navbera Sûriyê û Şengalê de karê derbasbûna çekdaran û derbas kirina cebilxaneyê dimeşand û li ser sînor jî ji bo PKK ê xerac distand, “Akcan” di nav rêxistinê de bi kod navên “Rojger Azad, Azad Munzur û Azad Heşet” dihat nas kirin.

Hêjay gotinê ye, Partîya Karkerên Kurdistanê hêjan tu daxuyanî li derbarê vî kadiroyê xwe parvenekirine, lê belê tê pêşbînî kirin paş çend rojan bi daxuyanîyekê wî weke şehîd îlan bike û bibêje ku wî di erka serbest kirina Şengalê da can feda kir!.

Partîya Karkerên Kurdistanê ji destpêka damezrandinê bi sedan kadiroyên xwe tesfîyek kirine, piştre wan  weke şehîd îlan dike.

Pustên heman beş