Yek ji rêveberên PKK ê Duran Kalkan (Ebbas) di roja 15ê Mijdarê de beşdarî TV ya bi navê “Media Nûçe” a girêdayî PKKê bû û di derbarê rojevê de nirxandinan kirin. Ji bo kesên ku dîrok û cîhana siyasetê nizanin, bûyerên ku ji hêla Duran Kalkan ve hatî destnîşankirin di be ku pir mantiqî xuya bikin. Lê rastî ji gotinên Duran Kalkan pir cuda ye. Ji bo vê, me xwest ku em di çend mijaran de hindek rastîyan bînîn bîra Duran Kalkan.
Ya yekê: Gelo bi rastî hêzên ku dixwazin PKK ê tesfiye bikin hene?
Çeka herî mezin a ku PKK bi salan li dijî girse ya xwe û qadroyên xwe bikar tîne, gotina “dixwazin me tesfiye bikin” e. Çawa ku di hemî rejêmên totalîter de, peyva “dujminên derve” tê bikaranîn PKK jî weke wan rejîman hewl dide ku xebatkar û girseya xwe liser vê têgehê motîve bike. Duran Kalkan jî di axaftina xwe de, heman teoriya komployê hembêz kir û wiha got: “Nexşeyek heye ku dixwaze PKK ê were tesfiye kirin, em dikarin jê re bibêjîn pîlangerîye ji bo teasfîyekirina me heye, vê pîlangirîya hevpar de Emerîka, Tirkiya û PDK ê têde cîdigirin”
Bi salan e, PKK hewl dide ku Kurdan bike dijminê Emerîka û bi gelemperî dijminê hemî Ewropa. Ji ber vê yekê, PKK dixwaze Kurdan bê tifaqa navdewletî bihêle û heman dem dixwaze têgihiştineke we çêbike ku derveyî her çar dewletên dagirker ku vebijarek kurdan nüne ye. Li aliyê din, ew bi teoriya komployê siyasetek mexdûrbûnê dimeşîne.
Lê belê, ya rast ev e ku li Rojhilata Navîn kes naxwaze PKK biqede. Ger em hin bûyeran bînin bîra Duran Kalkan
Heke PKK bixwaze xwe hilweşîne jî yekem Dewleta dê li dijî vê derbikeve her Tirkiye ye
Tirkiye hêzeke ku herî zêde naxwaze PKK hilweşe. Ger ku PKK bixwaze xwe hilweşîne jî Tirkiye yekem welat e ku nahêle PKK xwe hilweşîne. Ji ber ku hebûna PKK derfeta di de dewleta Tirk ku mudaxeleyê Başûr û Rojavayê Kurdistanê bike. Di vî warî de em dikarîn Şengal ê mînak nîşan bidîn.
Weke din, dewleta Tirk bi rêya PKK dixwaze Kurdan kontrol dike. PKK rêxistineke ku ji Kurdan re dibêje “neteweperweriya Kurd” tişteke pirr metirsîdare. PKK li dijî netewperwerî ya Kurd e. Dewlet xwazîya Kurdan weke komploya navdewletî ya dijî Kurdan binav dike. PKK neteweperweriya Kurd asteng dike. Serokê PKK, Evdila Ocelan, di destê dewleta Tirk de ye. Kengê ku dewlet bixwaze, ew bi saya Evdila Ocelan PKK ê dikişîne ser xeta pêdvî.
Tirkiye bi hêceta PKK daxwazên demokrasiyê li hundirê Tirkiyê de tapeser dike. Hêzên gerîlayên PKK ê niha li Bakurê Kurdistanê hema hema li asta tuneyî da ne. Çi çalakiyên PKK ê li çi bajareke Tirkiyê nînin. Heya nûke yek wezîr, serbazek mezin anjî parêzgarek ne kuştine. PKK ji bo Tirkiyê ne tehdîde dewlet jî vê rastîyê baş dizane û heman dem hemû rêveberên PKK di bejin em naxwazîn dewleta Tirkiyê hilweşînîn artêşa wê tüne bikîn û hwd.
Tirkiye welatekî ji hemû yan bêhtir ji hebûna PKKê destkeftên mezin peyda dike. Bi rastî, em dizanîn ku Tirkiye dibêje semyanê sereke yê PKKê ezim. Ger NATO biryara tesfiye kirina PKK ê bide jî yê despêkê dijî vê biryarê derkeve wê Tirkiye be.
Ma bi rastî Amerîka nikare PKK ê tesfiye bike?
PKK ji salên 1980 an û vir ve emperyalîzmê weke dujminê Kurdan nîşan dide. Li gorî PKK ê, cîhana Rojava û hêzên siyasî her gav dixwest PKKê tesfiye bike. NATO li dijî PKK ê komplo pêk anîye. Ewropa dixwest PKK ê biqedîne. Lê Evdila Ocelan bi hostatî hemû komployên emperyalîsta têk birine.
Li Duran Kalkan, wî di axaftina xwe de qala van dujminên emperyalîst kir û got: “Emerîka dixwest me biqedîne lê me planên wan vala derxistin û hemî şikand.” Kesek ku siyaseta cîhanê têbigehe dizane ku heke saziyên weke Emrîka û NATO bixwaze PKK ê biqedîne, ew dikarin di demek kurt de biqedînin. Bi gotinek din, wekî ku tê gotin, PKK ne rêxistinek e ku pergala siyasî ya cîhanî re bişêt dijberî yê bike. Çi Kesî nexwestî ye ku PKK ê biqedîne. Gava ku PKK zêde nêzîkî Îranê dibe ji Dewletên Yekbûyî, dema ku pir nêzîkî Tirkiya jî dibe ji dewleta Îranê zelle dixwe.
Emerîka çi wexta nexwestiye PKK biqede. Mînakî; heke Emerîka di sala 1999 de Evdila Ocelan tune kiriba, wê niha PKK nebûya. Rastiya operasyona ser sînor a artêşa Tirk ya 28 Sibata 2008 an de pir cûda ye. Artêşa Tirk weke operasyona Başûr, PKK jî weke berxwedana Zap ê binav dike. Xwedî rastîyeke pirr cuda ye. Di sekinandina vê operasyona Tirkan de du hêzên serke hebûn. Ya yekem Emerîka bû. Ya duyemîn serokê Herêma Kurdistanê Mesut Barzanî bû. ku çû xeta Şêladizê Bamernê û gel seferber kir û pêşiya hêzên Tirka girtin. Emerîka li pişt deriyên girtî ultîmatomek da ku Operasyona Dewleta Tirk rawestîne û leşker vekişîne. Wezîrê Parastinê yê Emerîka Robert Gates vê bûyerê bi berfirehî di pirtûka xwe ya Duty de vedike
Ji 16 Kanûna 2007, di nava sînorê Başûrê Kurdistanê di êrîşên hewayî yên balefirên tirkiya dike heya niha çi serkirdeyên PKK ê ne kirina armanc ji ber Emerîka û Îsraîl îstixbaratên rast nade Tirkiya û ew naxwazin serkirdeyên PKK ê werin kuştin. Hêzên Emerîka û NATO, yên ku heta Qasim Suleymanî û Ebû Bekir Bexdadî kuştî. Dikarin endamên damezrînerên PKK ê jî keşif bikin û bigirin bin teqîbê de.
Emerîka li ser sê serkirdeyên PKK Cemîl Bayik, Murad Karayılan û Duran Kalkan re pare terxankirin û 5 mîlyon dolar weke xelatê bidin kesên ku agahdarî bidin wan. PKK ji bo vê yekê mexdûriyetek mezin da nîşandan. Lê belê, di 6 Çirîya Paşiyê ya 2018 an de, dema ku ev xelat hat ragihandin, Duran Kalkan li Rojava konferansên karmendan li dar dixist, di herêmên bin parastina Emerîka de li Rimêlan. Wekî din, Duran Kalkan bi helîkopterek Amerîkî çû Rojava.
Gelo ma PDK dixwaze PKK ê biqedîne?
Ku heke mirov rastîyê bibêje, PKK ji sala 1983 an ve li ser bingeha hebûna PDK ê jîya ye. Têkilîyên PDK û PKK mijarek nirxandin û dîrokê ye. Em li vir li ser vê yekê nîqaş nakîn, lê yê PKK sala 2000 de ji deste Îran û YNK xilas kirî PDK bû, dîsa sala 2008 de ew ji operasyona Tirkan ya Zapê Rizgar kirî dîsa PDK bû. PDK ê qet rêyên dabînkirina lojîstîkî, rêyên hatin û çûnê û rêyên rêveberiyê asteng nekiriye. Ew dikare niha jî ew nanê ku li Zapê, Garê tê xwarin jêbibire, lê we nekir. Di gelek mijarên ku em naxwazîn li vir binivîsîn ango tehemûla ji bo PKK ê hatîye kirin, heye. Dema ku PKK êrîş liser PDK dike jî lê dîsa jî PDK bersiv nade û êriş nake.
Duran Kalan van tiştan hemû ya baş dizane. Ev îddîa yên bê bingeh yên Kalkan dibêje “li dijî PKK ê komplo û plangêrîyekî tesfîyê heye” me jî xwast bînîn bîra wî ku tiştek wisa nîne.