Duran Kalkan ji telefizyonên PKK ê Medya Nûçe re di 15 ê Çirîya paşîn axivî û hebûna PKK ê li Başûrê Kurdistanê û têkilîyên li gel PDK ê nirxand. Daxuyaniyên Kalkan rastîyê destnîşan nakin û li gel sîyaset a Reel- Dîrokî ne gûncawî ne. Em baş dibînîn ku axaftina Duran Kalkan bi tenê înkara heqîqet û dîrokê ye. Ji bo vê jî, em dixwazîn çend xalan bînin bîra Duran Kalkan.
Bizava PKK ê “tiştê em dibêjîn bikin lê tiştê em dikin hûn nekin”
PKK di gotinê de her dem, her tiştê îdeal dibêje û li vî warî de pisporekî mezin e. PKK di asta peyvê de mijarên wekî demokrasî, mafên mirovan û neteweyî de pir baş îfade dike. Lê di navbera pêkanîna piraktîkî û axaftinê de dûrahîyek pir kûr heye. Çîroka mele ya ku ji civatê re dibêje “ya ku ez dibêjim bike, ya ku ez dikim hûn nekin” di her warî de PKK jî vê rastîya mela dibêje. Duran Kalkan, di axaftina xwe de, diyar dike ku PKK li Başûr ne mêvan e, û mafê wan heye ku li Başûr bimînin. Ew xwe di bin navê netewayetî û berxwedana kurda, diveşêrin. Dema mirov Ji derve lê mêze dike, ev gotine pir xweş dîyar dikin. wê demê ENKS jî dikare li Rojava xwe rêxistin bike, pêşmergeyên Roj dikarin biçin baregehên leşkerî li Qamişlo av abikin, PDK-Î û Komela dikarin biçin û li sînorê Îranê ew deverên dibin deste PKK ê de ango Kêleşîn û hwd ku ji hêla kampan çêbikin, baregehên xwe li wir deynin. Gelo ma PKK destûrê dide hewlek wisa? Bê guman na qed na de. Em dikarin tiştekî biçûk bînîn bîra Duran Kalkan, û ji van deh salên dawî yê çend mînakan jî bidîn.
PKK ê li rojava ji bo partîyên derveyî xwe faşizme kî weke ya Tirka, pêktîne.
Hêja ku li Rojava desthilatdariya PKK nebû jî, pêşî êrîşî partîyên din ên Kurd kir û Rojava ji bo xwe vewjart. Zextek mezin li rêveberên PDK-S hate kirin, endamê MS Behzat Tursun ji hêla saziya îstixbarata PKK ve hate kuştin. Hîna jî cîhê cenazeyê wî nayê zanîn.
Dema ku PKK li Rojava otorîteyek piçûk bi dest xist, kiryara ewilî qedexe kirina Ala Rengîn bû. Di 17 Kanûna 2015 de, kesên ku dixwastin Roja Ala Kurdistanê pîroz bikin bi ava zextî êrîş kirin ser. Weke ku dewleta Tirk êrîşî Kurdan dike. Di 2 Kanûna 2016 de, li bajarê Amûdê êrîşî nivîsgeha PDK-S kir û ala kurdistanê şawitandin, û rêveberên wê partîye binçav kirin. Di 15 ê Tîrmeha 2016 an de, li Efrînê, merasîma cenazeyê hunermend Bavê Salah, êrîşî wan kesên ku ala Kurdistanê rakirîn, kir û nehişt ku peyama PDK-S bê xwendin. PKK ê mîna dewleta Tirk êrîş kir ser girse yê.
PKK; pêşmergeyên Roj yên ku kurên wî warî ne, wekî dijmin îlan dike. PKK qebûl nake ku pêşmergeyên Roj vegere Rojava. Heman dem ji bo sabotekirina gotubêjên yekîtiyê li Rojava çi ji destê PKK ê tê, dike. PKK dibêje Rojava milkê min ê tomarkirî ye. Yekem partîya sîyasî ya Kurdî li Rojava, PDK-S, ku di 1957 de hate damezrandin, wenakin ku li Rojava be.
Di heman demê de PKK ji danûstandinên yekîtiya di navbera partîyên siyasî yên li Rojava de, ku di bin çavdêrî ya Emerîka dimeşin, pir nerehete. Dema ku axaftinên yekîtiyê di navbera ENKS û PYND de tê rojevê, çeka herî mezin a PKK ” me li wir bedel dan, em nikarin dest ji destkeftên xwe berdîn.” PKK vê yekê ji bo Şengal ê jî dibêje. Lê belê, dema dor tê Başûr, PKK dibêje ku Başûr cihê hemî Kurdan e, mafê min jî têde heye, ez li wir ne mêvanim.
Mijara din a ku divê were bîra Duran Kalkan ewe ku çi şolê PKK li Başûr heye? PKK gelek hewl dide ku hebûna xwe ya Başûrê Kurdistanê meşrû bike ji bo vê yekê bi pirsgirêka yekîtiya neteweyî ve girê dide. Ew dibêje min Rojava rizgar kir, kes nikare bikeve Rojava. lê belê ew PKK a, ku gulleyek jî li dijî Seddam ne avêtîye û heta piştgirî li Seddam kirîye, nûke dibêje Başûr ya min e.
Duran Kalkan di axaftina xwe de, wekî ku di nav sînorên Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê de tu karekî nake û nahêlin ew kar bikin. Lê rastî ne wisa ye. Li Başûr hema hema bi qasî tiliyên her du destan rêxistinên PKK ê hene. Mînakî, em dikarin van jî bînin bîra Duran Kalkan:
Partîyeke bi ser PKK ê ve li Başûr bejdarî Hilbijartinan dibe
PKK ê di 2002 an de partîyek bi navê PÇDK ava kir, û tevahî rêveberiya vê partiye ji qadroyên xwe teşkilkir. Weke Diyar Xerîb yê ku par jîyana xwe ji dest da û qadroya jin bi kod navê Rojger, hevserokên vê partiyê bûn. Partiya PKK ango PÇDK a beşdarî hilbijartinên giştî yên di 2005, 2009 û 2013 de bû. Heman dem ew beşdarî hilbijartinên herêmî jî dibin. Lê ew di tu hilbijartinan de serfiraz nebûn. PKK li gorî biryara xwe partiyek din a siyasî, bi navê Tevgera Azadî, ava kir. wê partiyê, di hilbijartinên dawî ên 2017an de jî bi partiyek din re bi tifaqî beşdarî kir. Ji ber vê yekê pêwîste Duran Kalkan bîne bîra xwe ku wan li başûrê Kurdistanê rêxistinek siyasî heye. Tevgera we ya Jinan RJAK heye, dezgehek we yê çapemeniyê heye ku ji hêla qadroyên we ve tê birêvebirin bi navê RojNews, rêxistinên we yên ciwanan hene bi navê Ciwanên Wilatparêz (TCW) û Jinên Tekoşer (TJTC). Saziyek we ya çand û hunerê heye, yekîneyek we ya dîplomasiyê heye bi navê wê KNK , hûn karmendên xwe yên gerîla tînin wir û wan li wir bi cî dikin, û paşê hûn ji wan re dibêjin siyasetmedar, kesayetiyên neteweyî. Hûn Nûnertiya Başûr a HDP’ê wekî milkê xwe bikar tînin, qadroyên xwe tînin û li wir bicîh dikin, û saziyên we yên wekî yekîtiya rewşenbîran û akademiya siyasî jî hene.
Ya ku divê Duran Kalkan bersivê bide ev e ku hew qas sazî û rêxistin hene lê dîsa dibêje Başûr cîh nadin me. PKK li Başûrê Kurdistanê her cûrên çalakiyan dimeşînin. PKK ê li herêmên çiyayî asayîşên xwe ava kirine, deveran bê mirovan dike, bacê berhev dike, rêyan kontrol dike. Ango PKK ji xwe li Başûrê Kurdistanê heye. Dost û ratnerê PKK ê yê stratejîk Îran di nava sînorên xwe de nahêle ew xwe bilivîne. Lê PKK ji bo Başûr hilweşe tiştê destî wê tê dike û heman dem li Başûr dikeve hilbijartina jî. Gotina PKK ya “dixwazin me ji Başûr bavêjin me xilas bikin” tenê derew û propagandayeke.
Di kêşe ya başûrê Kurdistanê de, tawana sereke PKK ye. Ji ber ku PKKê hêja jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê nas nekiriye. Ew çi ji destê wî tê dike ku desketa tenê ya Kurdan a ku ji hêla sîstema siyasî ya navdewletî ve hatî pejirandin bêhêz û kêm bike. Hewlên xwe yên dijminatiyê jî wekî karekî asayî nîşan bide.
Axiftina Duran Kalkan berevajî kirina dîrokê û red kirina wê ye. Pêwîste ku ew dîroke kî pir dirêj bîne bîra xwe. Bê guman, her tiştî dema xwe heye.