Yên ku li dijî tundiya li ser jinan derdikevin, divê pêşî li Leyla Muhemmedî ya ku PKK ê li ber çavên zarokê wê yê şîrmij kuştî, derkevin

Yên ku li dijî tundiya li ser jinan derdikevin, divê pêşî li Leyla Muhemmedî ya ku PKK ê li ber çavên zarokê wê yê şîrmij kuştî, derkevin

Di şeva 6-7 ê Mijdarê de li navçeya Feydîyê ya ser bi Duhokê ve, jineke ciwan a 30 salî bi navê Leyla Muhemmedî hat kuştin. Kujer bê dilovanî, ji dûrahiya metrekê, li ber dergûşa zarokê wê yê 50 rojî, gulle berda serî û Leyla û mêrê Leylayê kuştin.

Leyla ne ji aliyê mêrê xwe ve hat kuştin.

Leyla ne ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin.

Leyla ne bi biryara eşîrê hat kuştin.

Leyla ne bi kuştina namûsê hat kuştin.

Leyla ji aliyê kê ve hat kuştin? Ji aliyê PKK ê ve hat kuştin, ku bi pesindarî dibêje îdeolojiya xwe li ser “azadiya jinan” ava kiriye, îdîa dike ku bi navê Jineolojiyê zanisteke jinan afirandiye û dibêje dê hemû jinên cîhanê biparêze, lê PKK ê ew jina bi navê Leyla li ber çavê zaroka wê kuşt

Kuştina Leylayê cînayeta PKK ê ye li ser jinê

Dema Leyla hat kuştin, 18 roj mabûn ji roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan.

Piştî kuştina Leylayê, rêxistina PKK ê ya li Silêmaniyê RJAK bi pêşengiya meclisa jinan kampanyaya “Têkoşîna li dijî kuştina jinan” îlan kir.

Piştî kuştina Leylayê, kampa PKK ê ya Mexmûrê çalakiya “têkoşîna li dijî tundiya jinan” li dar xist.

Rêxistinên PKK ê yên Ewropa, rêxistinên Tirkiyê, saziyên Rojava hemû li dijî tundiya li ser jinan derketin. Lê tu kesî qala kuştina hevala wan a berê Leyla Muhemmedî nekir ku ji aliyê rêxistina wan a pîroz ve li ber çavên wan hat qetilkirin.

Hemû ev sazî û dezgeh durû ne. Tu yek ji wan bi rastî ne xwedî hêz in ku li jinan xwedî derkevin û ne jî xwedî wijdan in. Du erkên bingehîn ên tevgerên jinan ên girêdayî PKK ê hene.

  1. Li Kurdistanê PKK, bi bikaranîna pirsgirêka jinan wek bûyereke populer û veşartî ya magazînî û bi danîna pirsgirêka jinan li pêş pirsgirêka Kurd û Kurdistanê, Kurdan ji armancên wan yên neteweyî dûr dixin.

  2. Hemû siyaseta paşverû, xerab û dijwar ya PKK û Evdilla Ocalan veşartin. PKK û tûndrewî ya PKK ê wek pîroz nîşan dan.

Dibe ku cemawerê tevgerên jinên PKK ê bi rastî Kurdistanî bin û bixwazin li dijî neheqiyên ku li jinan tên kirin derkevin. Lê rêvebiriya wan ji taybetmendiyên ku jiyana jinê xweş dikin dûr ketiye, bûye nêr; ji mêran zêdetir bûye sengerê şerê kariyerê, meqam û postî. Kadroyên jinên PKK ê bûne sîberekî biçûk a Cemîl Bayik. PKK ê zû dît ku jin, bi taybetî jinên Kurd xwedî hêza pêşengî û guherîna civakê ne, ev hêz desteser kir û kire amûrek propaganda bo partîya xwe.

PKK tevgereke wisa ye ku dijwarî, zulm û zordariya siyasî, leşkerî, civakî û derûnî ya ku bi xwe li ser jinan dimeşîne vedişêre. Eger em wek Kurd li dîrok û evro ya dijwarîya li dijî jinan binêrin, bê guftûgo dê bê dîtin ku tu tevgereke siyasî bi qasî PKK ê dijminî li jinan nekiriye. Û tu tevgerê qasî PKK ê tûndrewîya xwe meşrû û pîroz neşanî daye.

Di nav tu tevgereke siyasî de qasî nav PKK ê jin rastî neheqî û dijwarîyê nehatine. Tu tevgerên jina ji ber veqetîyana rêxistinî, jineke li ber çavê zarokê wê yê şîrmij nekuştiye. Tu tevgerê ji ber ku jinên ku nêzîkbûna seksî ya rêberê wê red kirine, ew wek “sîxur” îlan nekirine û nekuştine.

Di dîroka PKK ê de ji salên 1980 î heta îro bi sedan kadroyên jin ji aliyê PKK ê ve hatine înfazkirin. Ji Lamia Baksî heta Saime Aşkın, ji Filiz Yerlikaya heta Betul Cîcî jinên ku hatine kuştin nêzîkatiya rastîn yap PKK ê ya li ser jinan nîşan didin.

Yên ku li qadan ji bo jinan dirûşman diavêjin, divê pêşî li mafên van jinên ku PKK ê kuştî û dikuje xwedî derkevin.

Ji jinên ku ji ber cînayeta namusê malên xwe terikandine zêdetir jinên ku tenê ji partîyê veqetîyayî tên kuştin; jinên ku bi destê tecawizcîyên wan hatîn kuştin û jinên ji ber tecawiza Ocalan red kirine hatine kuştin xwedî heman edaletê ne; jinên ku bi biryara rêveberiya rêxistinê hatine kuştin qasî jinên ku bi biryara meclisa malbatê hatine kuştin, heman tişte. ew tevgera jinan ya ku nikare tahakum û zexta PKK ê ya li ser jinan red bike, ew ne tevgereke rastîn a jinan e.

Pustên heman beş