Pêvajoya lihevhatina nû ya Tirk-Kurd, ku rola sereke ya Devlet Bahçelî û Evdila Ocalan dileyîze, tê nîqaşkirin. Hin ronakbîr û nivîskarên ku xuya dikin serbixwe, dixwazin bûyerê hem maddî û hem jî cemawerî bikin mijarekî sûdwergirtinê, loma jî agahiyên spekulatîf belav dikin. Li aliyê din dewlet û medyaya PKK ê ji bilî ravekirina bûyeran, armanca wan veşartina bûyeran û manîpulekirina girseyê ye.
Hevdîtinên di navbera dewleta Tirk-PKK-Ocalan de ti carî bi awayekî eşkere bo raya giştî nehatine ragihandin. Her tim bi dizî dihat kirin. Raya giştî bi bermahîyên agahiyan re mijûl dibû. Hevdîtinên niha jî bi heman awayî ne. Weke mînak bersivên pirsên girîng ên wekî “ev nîqaş heta kengî dewam dike, welatên din jî di nav pêvjoyê de hene, kî li ser mêza danûstandina ye” ji aliyê her du layanan ve tê veşartin. Bi îhtîmaleke mezin ev nîqaş ev demeke dirêje tê kirin û bi taybetî PKK ê dixwest ku hevdîtin bi dizî bên kirin. Lê dewleta Tirk ji ber pêwîstiyên xwe bi lez û bez pêvajoya ku bi silav dana Bahçelî bi endamên DEM ê re dest pê kirî didome.
Niha daxuyaniyên rêveberên PKK ê li ser rastiyên giştî tên qebûlkirin û tiştekî zelal nabêjin. Tiştê ku dibêjin “têkoşîna me dewleta Tirk mehkûmî çareseriyê kir, dewleta Tirk ne samîmî ye û hwd.” Hem dewlet û hem PKK weke ku Qendîl li derveyî meseleyê be tevdigerin. Lêbelê, helbet ne wisa ye. Pêdiviya PKK ê bi hawîrdoreke nerm û bê pevçûn weke pêvajoya çareseriyê heye, lê ne di wê pozîsyonê de ye ku vê yekê eşkere bibêje. Ji ber ku ji aliyekê ve ji aliyê leşkerî ve têkçûye, ji aliyê din ve jî bi temamî di bin çengên Îranê de ye. Ji ber vê yekê ew di dubendiyek mezin de ye. Di vir de em dikarin di bin çend sernavan de hewcedariya PKK ê ya nermkirina pêvajoya çareseriyê û xefika ku tê de ye binirxînin.
PKK ê di warê leşkerî de binketinek mezin jîya
PKK tevgereke ku li ser esasê çek û pevçûnan siyaset, aborî û polîtîkaya girseyî pêş dixe. Niha ji ber ku şikestin û şikestineke mezin a leşkerî dîtiye, li her qadê paş dikeve.
Mînak PKK li Bakurê Kurdistanê hemû baregeh û çeperên xwe winda kir. Li ser xeta Behdînan ji xeynî Garê û xeta Xinêre-Goşînê ku di bin destê Îranê de ye, her tişt winda kir. Çend hewlên şerê tunel, dron û hwd, nikarin rê li ber xelîna PKK ê di warê leşkerî de bigrin. PKK nikare baregehên zivistanê çêbike. Li çiyayan saziyên perwerdehiyê nayên vekirin. Ew nikare şervanan peyda bike ji ber ku her der girtî ye. Ji sala 2012 an û vir ve nêzî hezar windahî henê lê na ragehîne.
PKK 11 sal in nikare li çiyayan kongreyê li dar bixe
Her çend PKK vana red dike û dibêje “Dewleta Tirk ji ber têkoşîna me dest bi pêvajoya aştiyê kir jî, lê rastî ne wisa ye. Binêrin, PKK di dîroka xwe de cara yekeme nikarîbû kongreyên xwe li dar bixe.
Civîna Lijneya Giştî ya KCK ê ku di asayî de divê du salan carekê were lidarxistin, ji sala 2016 an û vir ve 8 sal in nayê lidarxistin. Kongreya PKK ê ku tê xwestin sê salan carekê were lidarxistin, ji sala 2013 an û vir ve nayê lidarxistin. Ji ber vê yekê PKK nikare li çiya kongreyê pêk bîne. Ev rewş dibe sedema pirsgirêkên rêxistinî. Rêxistin nikare valahiya pergala xwe bigire.
Rêveberî nikarin werin cem hev û hevdîtinan bikin. Ragihandin bi domdarî bi not tê kirin. Hemî sîstema xwe bi rêya navenda bajarê Silêmaniyê û Rojava ku êdî li wir jî ne ewle ye, dimeşîne.
Nekarî girseya xwe ya resen jî kom bike û li Bakurê Kurdistanê beşdarî çalakiyên ji bo Ocalan bibe. kêm kes beşdarî çalakiyên wan dibin.
Kurdên ku di van salên dawî de li Ewropayê kom bûne, niha hêza yekane ya PKK ê ne.
Paşketina Îranê ji bo PKK ê pirsgirêkekî mezin e
PKK ji sala 2012 an û vir ve li gelek cihan li Rojava û Başûrê Kurdistanê hatiye bicihkirin û xwe dispêre Îran û Eniya Şîe. xeta Şengal, Kerkûk-Germiyan hemû bi palpiştîya Eniya Şîe pêk hatin. Hemû rêveber bi misogeriya Îranê li Silêmaniyê û derdora wê dimînin. Lê pêşkeftinên Îranê yên bê rawestan li Rojhilata Navîn piştî Bihara Erebî di pêvajokeye rawestandinê de ye û Îran di sala dawî de rastî şikestineke mezin hat. Di dema ku tîrên operasyona navdewletî-Îsraîlê hêdî hêdî ber bi Îranê ve diçin, bo PKK li kêleka Îraneke lawaz sekinîn bi serê xwe pirsgirêk e.
Di dema destpêkirina hevdîtinên PKK-Tirkiyeyê de Îran dê PKK bike armanç
PKK rêxistineke ku hebûna xwe li herêma nîqaş li ser û bi nakokî ya navbera Îran-Tirkiye-Sûriye-Iraqê bi cih dike. Û heta ku îmkana rêxistina PKK ê hat dayîn, li gor rojeva Tirkiye, Esed, Seddam û Îranê tevdigeriya. Lê belê ji ber siyaseta tirkparêz a ku piştî çûyîna Ocalan a Tirkiyeyê di sala 1999 an de pêş ket, di siyaseta Îranê ya li hember PKK ê de dem bi dem guhertin çêbûn. Mînak PKK ku di sala 1996 an de ji aliyê Îranê ve li Silêmaniyê hatibû bicihkirin, di sala 1999 an de bi talîmata Îranê ji aliyê YNK ê ve bi awayekî pevçûn hate derxistin.
Di sala 2004 an de Cemîl Bayik û îstixbarata Îranê bi îmzekirina peymaneke stratejîk hewl dan ku çareserîyekê bidin mijarê. Lê her ku bi awayekî eşkere pêvajoya aştiyê dihat meşandin, Îranê bi topan li Qendîlê dixist. Di rastiyê de Murat Qarayilan jî ku ji muzakereyên bi Tirkiyeyê re gelekî bi coş bû, car caran ji aliyê Îranê ve jî dihat armançkirin.
Niha jî eger PKK bi awayekî vekirî ji pêvajoya çareseriyê re bêje erê, diyar e ku Îran wê ne li Silêmaniyê, ne li Germiyan, ne li Kerkûk û ne jî li Şengalê bi vî rengî nikare bimîne.
Yanî bi palpiştîya Îranê gefên çep û rast ên PKK ê, êrişkirina Hewlêrê, firokexaneyên Silêmaniyê û Bexdayê wek milkê xwe bikar anîn, dê bi dawî bibe. Kesên wekî Qarasû ku li Urmiyê bi cih bûne êdî wê nikaribin li wir bimînin. Pêvajoya bikaranîna nexweşxaneyên Tehran û Urmiyê bi dawî dibe. Her wiha veguhestina hêzên ji herêmên Salmas û Kotolê yên Rojhilatê Kurdistanê bo herêmên Başkale, Ozalp û Agiriyê yên Bakurê Kurdistanê, gumrikên ser sînor û xalên kontrolê yên navbera Pênciwîn û Merîwanê wê bi dawî bibe.
Dê îmtiyazên ku Rûsyayê dayîne PKK ê jî bi dawî bibin.
Lewma niha PKK di rewşeke wisa de ye ku pêwîstiya wê bi pêvajoyeke bê firoke û bê drone û bê pevçûn heye. Lê ew berteka Îranê dizane. Heta em dikarin bibêjin ku êrîşa li dijî baregeha TUSAŞ li Enqereyê, her çend ji aliyê baskê dewleta Tirk ve jî hatibe yarmetîdan, beşek jî, ji bo dilnîya kirina Îranê bû.
Rêveberiya KCK ê di 24 ê Cotmehê de diyar kiribû ku ew ê stratejiya Ocalan esas bigirin û got, “Em nizanin êrîşa TUSAŞ ji aliyê kê ve hatiye kirin.” Lêbelê, ev ne rast bû. Xebatkarên çapemeniya PKK ê yên li Ewropayê, rêveberê Rojnameya Serxwebûn Diyar Dêrsim, tweetên kevin ên Asya Elî (Mine Sevjîn Alçîçek) a yek ji kesên ku êvara 22 ê Cotmehê çalakiya TUSAŞ li dar xistibûn parve kirin. Dîsa endamên PKK ê li ser medyaya civakî wêneyên her du kesên çalakî kirin parve kirin. Yanî agahîyên ku rojnamevanê Belçîkayê çi dizane bêguman Qarayilan û Bayik jî dizanin.
Çalakiya TUSAŞ çalakîyeke ku PKK pîçek wext destxwe bixe, serwerîyê ji rojevêre bike da ku di vê navberê de bikari be Îranê îqna bike. Her wiha li kêleka van peyaman rêveberîya Qendîlê di xwest ji Ocalan û dewletê re bibijin “lê binêrin em jî hene”. û ji dewletê soza agirbest bistînin. PKK dîsa hewl dide ji xwe re cihekê veke.
Lê em ji bîr nekin ku xwediyê rastî yê PKK ê dewleta Tirk e. Ocalan vê yekê baş dizane. Li gorî wê tevdigere. PKK jî dizane ku guhertina vê pir zehmet e. Ew dizane bê çi tê serê wan kesên ku hewl didin Ocalan derbas bikin. Gelo niha PKK ya ji derve, ya Abdullah Ocalan e yan jî PKK ya Cemîl Bayik? Em vê yekê şîrovê ji nivîseke din re bihêlin.