Hevserokê Konseya Rêveber a KCK û yek ji rêveberên PKK ê Cemîl Bayik di televizyona PKK ê ya li Belçîkayê weşanê dike, Stêrk TV ê de hevpeyvînek belavkir. Di hevpeyvîna 8 ê Mijdarê de Cemîl Bayik li ser mijarên sereke yên rojeva wek gotûbêjên çareseriyê li Tirkiyeyê nirxandin kir.
Şîroveya Cemîl Bayik a li ser pêvajoya nû: Rêber Apo dikare hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike
Bayik di axaftina xwe de derbarê gotinên Bahçelî yên dawî “Bila Ocalan were meclisê biaxive, bila ji mafê hêviyê sûd wergire” û derbarê hevdîtinên PKK-AKP-Îmraliyê de tu agahî neda. Bayik tenê got “Em li pişt Rêbertiya xwe ne, muhatebê pirsgirêkê Serok Apo ye” û ji siyaseta giştî ya PKK ê wêdetir tu şîrove nekir. Bayik di axaftina xwe de got “Serok Apo ne tenê pirsgirêkên Kurdan, dikare pirsgirêkên Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê jî çareser bike.”
Tê zanîn ku di mehên dawî de navbera dewleta Tirk-Îmralî-PKK ê de hevdîtin zêde bûne û hem rêxistina PKK ê ya Ewropayê hem jî navenda Qendîlê beşek ji van hevdîtinan in. Lê belê Bayik qet behsa van hevdîtinan nekir. Hat dîtin ku Cemîl Bayik dixwaze wisa nîşan bide ku ew ne beşek ji hevdîtinên ku li ber çavê raya giştî ne. Lê Cemîl Bayik di axaftina xwe de wek her tim bêhtir Hikûmeta Hewlêrê, PDK û tevgera Barzanî armanc kir. Cemîl Bayik îradeya gelê ku ji hilbijartinan derket paşguh kir û şîroveyên bêrêzî li hemberî îradeya dengderan kir. Her wiha Bayik qet behsa têkçûna YNK ê û serokê wê Bafil Talebanî ya di hilbijartinan de nekir ku PKK ê di dema hilbijartinan de piştgirî dabûnê.
Di hilbijartinên 20 ê Cotmehê yên Herêma Kurdistanê de PDK bû partiya yekem û li bajarên herî mezin ên Herêma Kurdistanê wek Hewlêr-Duhokê piraniya dengan bi dest xist. Lê belê Cemîl Bayik got “Barzaniyan bi piştgiriya dewleta Tirk hilbijartin qezenc kirin”. Gotina ku PDK ya ku di hilbijartinên Kurdistanê de zêdetirî 810 hezar deng wergirt “bi piştgiriya dewleta Tirk qezenc kirin” wateya bêrêzîyeke mezin e li hemberî îradeya gelê başûrê Kurdistanê. Bayik herwiha hewl da ku encamên hilbijartinan manîpule bike bi gotina “gel ji ber ku ji siyaseta PDK ê nerazî ye deng neda” tevî ku PDK ê nêzî 200 hezar deng zêde jî kir.
Cemîl Bayik da diyarkirin ku ew naxwazin li Kurdistanê hikûmet bê avakirin
Tê zanîn ku PKK ê di salên dawî de êrîş, komplo û çalakîyên cûrbecur pêk anîn, ji bo ku bêîstîqrarî li Herêma Kurdistanê çêkin, dê di serdema nû de jî bi hevkarê xwe YNK ê re hewl bidin kaosê li Başûr çêkin ji bo pêşî li avakirina hikûmetê bigirin. Cemîl Bayik di axaftina xwe ya 8 ê Mijdarê de ev plan jî eşkere kir. Bayik got divê sê şert bên pêşxistin ji bo avakirina hikûmetê li Kurdistanê. Li gorî wî “di hikûmeta ku bê avakirin de pêşî divê hevkariya bi dijmin re û xiyanet bê redkirin, li dijî dagirkeriya Tirk bê seknandin û bê xwestin ku dewleta Tirk derkeve, sêyemîn jî di krîza Rojhilata Navîn de ji bo yekîtiya Kurdan bê xebitîn.”
Dema mirov bi giştî li axaftina Cemîl Bayik dinêre rast xuya dike, lê ji ber helwesta PKK ê diyar e ku gotinên wî tenê ji bo veşartina siyaseta ku ew bi xwe dimeşîne hatine gotin. Cemîl Bayik behsa helwest nîşandana li dijî dijmin û redkirina xiyanetê dike, lê Cemîl bixwe ” vê gotinê di hembêza dewleta Îranê, Heşdî Şebî û rejîma Şîe ya Iraqê de dibêje”. PKK ya ku bi xwe heta qirikê hevkariya Îran û Şîeyan dike û bi wan ve girêdayî êrîşî Hewlêrê dike, xîyanetê li destkeftiyên gelê Başûrê Kurdistanê dike. Ya ku rê li ber dagirkeriya dewleta Tirk vekir jî PKK bi xwe ye, yên ku gotî bila Şingal bi Iraqê ve bê girêdan û ala Iraqê li Şingalê bêhildan jî her PKK ye.
Cemîl Bayik dibêje “şertê avakirina Hikûmeta Kurdistanê avakirina yekitiya Kurdan e” lê astengiya herî mezin li ber yekitiya Kurdan û kirêgirtîyê herî mezin ê ku dagirker li dijî Kurdan bi kar tînin PKK bi xwe ye. PKK ê bi derketina xwe ve guleya xwe ya yekem li Kurdan reşand û li Bakurê Kurdistanê tevgerên Kurdistanî hemû tune kirin û li ser destkeftên wan rûnişt. Li herêma Rojhilat dijminê hemû partiyên Kurdî ye. Li Başûrê Kurdistanê hevrêyê Iraqê û Îranê ye. Rojava cihê herî berbiçav e ku faşîzma PKK ê lê dihête meşandin. PKK Rojava îstîsmar dike û ji bo tenê ew serwer be hemû partiyên Kurdî red dike, ofîsên wan dişewitîne, mirovên wan direvîne û dikuje.
Her çend gotinên Cemîl Bayik dişibin ên maqûl lê ji ber ku Cemîl Bayik û partiya wî di nav xiyaneteke mezin de ne tu wateyeke wan gotinan nîne. Axaftina Cemîl Bayik nîşaneyek girîng e ku PKK dê di kaosa Rojhilata Navîn de alozî û dijberîyê di nav Kurdan de belav bike, rêgirîyê li yekitiya Kurdan bike, têkiliyên xwe yên qirêj bi dagirkeran re ji bo berjewendiyên partiya xwe kûrtir û berfirehtir bike.