Qirkirinên ku Êzidiyên Şengalê di dirêjahiya sedsalan de rastî wan hatine û yên ku Êzidî jê re dibêjin Ferman, hîn jî berdewam dikin. Lê vê carê ev qirkirin ne bi xwîn in, lê wek qirkirineke spî – jenosîdeke spî tên meşandin. Êzidî ji aliyê PKKê ve ji binyatê xwe, ji gelê xwe û ji çanda xwe tên dûrxistin. Êzidî bi destê PKKê, wek beşek ji stratejiya Îranê ya li herêmê, ji Kurd û Kurdistanê tên qutkirin û ber bi Îraqîbûn û Şîebûnê ve tên birin.
Rejîma Seddam a Îraqê hewl dabû ku Êzidiyan li dijî Kurdên Misulman bike dijmin û îdeolojiya xwe li ser wan ferz bike – wêneyên rejîma Seddam li her derê hatibûn daliqandin. Niha jî li kolanên Şengalê, sembola Şîeyan û wêneyên Hz. Elî tên nemayişkirin. Li Şengala ku ala Kurdistanê û rengên wê qedexe ne, li navendên ku gel her roj bi kar tîne, ala Îraqê lê diheje. Li ser gelê Şengalê manipulasyoneke aborî, siyasî, îdeolojîk û civakî tê meşandin.
Bêîstiqrariya Şengalê ji bo desthilatdarîya PKKe û Şîe bê avakirin bi zanebûn tê berdewamkirin
9 sal di ser operasyona rizgarkirina Şengalê ya ku Serok Barzanî bi rê ve biri bû re derbas bûn. Serok Barzanî di jenosîda DAIŞ a li ser Kurdên Êzidî de ku di 3 ê Tebaxê de dest pê kiribû, soza rizgarkirina Şengalê dabû û di nav 15 mehan de operasyona rizgarkirina Şengalê hatibû lidarxistin. PKKe ya ku beşdarî operasyonê nebibû û beriya operasyonê jî asteng bo rizgarkirina Şengalê derxistibû, paşê bi Îraq û Heşdî Şebî re bi hevahengî projeyeke qutkirina Kurdên Êzidî ji Kurdistanê pêk anî. Niha Kurd bi destê PKKê tên Şîekirin. Ji ber vê siyaseta PKKê, digel ku 9 sal di ser operasyona rizgarkirina Şengalê re derbas bûne jî, Şengal hîn nebûye cihekî aram ku were tê de jiyan kirin. Li Şengalê bi destê PKKê-rejîma Şîe ya Îraqê bi zanebûn siyaseteke kaos-xizanî-civaka travmatîk tê meşandin.
Şengal ku yek ji navendên girîng ên Êzidiyan e, bi zanebûn nayê avadankirin û di xizaniyê de tê hiştin da ku Êzidî di xefika aborî ya ku rejîma Şîe û PKKe ava kirine de asê bimînin. Avakirina bajêrê Şengalê û pirsgirêkên bingehîn nayên çareserkirin da ku gel di rewşa kaosê de muhtacî hêzên Heşdî Şebî û PKKê yên li herêmê bibe. Gelê Şengalê bi destê PKKê û Heşdî Şebî de ji eslê xwe tê qutkirin.
Kampanyaya valakirina kampên Êzidiyan a Îraqê beşek ji siyaseta Heşdî Şebîkirina Êzidiyan e
Dewleta Îraqê ji bo ku Êzidiyan ji Kurdistanê biqetîne, di du mijaran de biryar girt. Ya yekem, digel ku şertên jiyanê li Şengalê ne guncaw in jî, rakirina kampan û biryara bi zorê vegerandina gel li Şengalê bû. Ya duyem jî, bi terxankirina budceya zêde ji bo hêzên Heşdî Şebî yên li Şengalê, tevlîkirina du hezar kesên din di nav refên Heşdî Şebî de bû. Bi vî awayî gelê ku li kampên Êzidiyan dimîne dê vegere Şengalê û bibe beşek ji Heşdî Şebî.
PKKe jî rola piştgiriya vê projeya rejîma Şîe ya Îraqê dike û erka veşartina vê projeyê daye ser milên xwe. Û bi hêzên YBŞ – Yekîneyên Berxwedana Şengalê ku li ser navê xwe ava kiriye, Heşdî Şebîkirina Kurdên Êzidî di ber çavê Kurdan şêrîn dike. Lê belê di rastiyê de sîstemek bi navê YBŞ tune ye. Sîstemek heye ku çek û meaşê xwe ji Heşdî Şebî digire û YBŞ hêza milîs a Şîe Heşdî Şebî ye. PKKe jî hêza motora vê sîstemê ye.
PKKe îro nêzîkatiya dîrokî ya Ermenistan, Bexda û Lubnanê ya di siyaseta dijminkirina Êzidiyan ji bo Kurdan dimeşîne
Hemû Êzidiyên li Başûrê Kurdistanê li nêzî herêmên ku PDK lê serwer e dijîn. Ji aliyê dîrokî ve, ji bilî hin dijminatiyên takekesî di navbera Kurdên Misilman û Kurdên Êzidî de, dijminatî û redkirina civakî qed tune ye. Bi taybetî ji ber nêzîkatiya tevgera Barzanî ya “Êzidî Kurdên resen in”, Kurdên Misilman Êzidiyan wek beşek ji civaka Kurd dibînin û nêz dibin.
Di sedsala dawî de ji bo qutkirina Êzidiyan ji Kurdistanê, siyasetek li Ermenistan û Lubnanê hat meşandin. Ermenistanê hewl da ku daneyên dîrokî yên ku dibêjin Êzidî ne Kurd in biafirîne. Vê saziya bi navenda Ermenistanê hewl da ku Êzidiyan qane bike ku zimanê ku pê diaxivin Êzidîkî ye.
Bexdayê siyasetek cuda meşand. Siyaseta tirs û teslîmgirtinê meşand. Êzidiyên Şengalê ji erdên wan ên bi bereket hatin derxist û ji hilberînê qut kir û girêdayî alîkariya erzaqê ya ku di dema Seddam de li gel dihat belavkirin kir. Îraqê hewl da ku Êzidiyan bi birçîtî û xizaniyê terbiye bike. sîyasetaTirs û birsê li ser Êzdîyan hat sepandin.
Îro ev siyaseta Seddam ji aliyê PKKê û Heşdî Şebî ve tê meşandin. Gelê xizan tînin Şengala wêrankirî û bi salan bi avakirina xaniyan û hwd. îro-sibê dikin û bi yek-du alîkariyan hewl didin ku gel terbiye bikin û bineçarî xwe teslîmî rejîma Şîa bikin. Li Şengalê ne koletiyeke kevnar, lê bi zehetkirina şertên jîyanê ve hewldidin ku Kurdên Êzidî bikin milkê PKKê.
PKKe dixwaze Êzidîyan bike dijminê Barzanîyan ev beşek ji siyaseta qutkirina Êzidiyan ji Kurdan a rejîma Seddam û ya Şîe ye. PKKe wek xençerekî jehrawî ku di pişta civaka Êzidî de hatiye çikandin, her roj birînên kûr di binyatê Êzîdîtiyê de vedike û bûye beşek ji siyaseta Êzidiyan ji Kurdayetîyî veqetandin, Başûrê Kurdistanê bê Êzidî û bê Şengal hiştin. Eger ev rola PKKê ya wêranker nebûya, Êzidiyan dê di nav 9 salên piştî operasyona rizgarkirina Şengalê de gavên pir mezin avêtana. Travmayên civakî dê hatibûna derbazkirin, pêşketina aborî û jinûve avakirina bajêr dê pêk hatibûya. PKKe bi derewa “me bi 12 kesan Şengal rizgar kir” 9 salên Êzidiyan dizî û hîn jî hewl dide ku pêşeroja Êzidiyan bidize. Êzidîyan ji nasnameya Kurdayetî qut bikin û wan bikin beşek ser bi mezhebê Şîatîyê.