Hewldana Heşda Şebî û Îranê ji bo pak kirina çalakiyên terorî li Kurdistanê: Yên ku bazarên Duhok û Hewlêrê şewitandine hatin berdan

federal mahkeme-Info

Hewldana Heşda Şebî û Îranê ji bo pak kirina çalakiyên terorî li Kurdistanê: Yên ku bazarên Duhok û Hewlêrê şewitandine hatin berdan

Dezgehên Iraqî yên di bin rêveberiya rejîma Şîa ya Iraqê de û Heşda Şebî ya ku beşek ji rejîma Şîa ya Îranê ye, biryareke nû wergirtin ji bo meşrûkirina bûyerên terorê li Kurdistanê û pakkirina terorîstan. Li gorî vê yekê, Dadgeha Pêveçûna (Temyîz) ya Iraqê biryara “berdana” a PKK’yiyan da ku bazarên Hewlêr-Duhok û Kerkûkê şewitandi bûn da. Digel delîl û îtîrafên heman tewanbaran ên berê Wezareta Karên Hundir a Iraqê, dizane bê guman tune ye ku biryara dadgehê biryareke siyasî ye.

Biryara bêqanûnî ya dadgehê ya ji aliyê Qeys Xezalî, Şehnaz Îbrahîm û Xalid Şiwanî ve hatiye organîzekirin

Çavkaniyên li Silêmaniyê dibêjin ku komek bi pêşengiya Serokkomarê Iraqê yê YNK yî Letîf Reşîd û hevjîna wî ya endama Desteya Birêveber a YNKê Şehnaz Îbrahîm û serokê Heşda Şebî Qeys Xezalî, bi hewldanên dizî li Bexdayê biryarek wergirtin ku PKKe û YNKe ji şewitandina bazaran ku zirareke siyasî, psîkolojîk û aborî daye Herêma Kurdistanê, paqij bike. Wezîrê Dadê yê Iraqê Xalid Şiwanî yê YNKeyî jî yek ji kesên sereke ye di efûkirina kesên ku çalakiyên terorê pêk anîne. Lewra her çiqas dadgehê tenê got ku delîl têrê nakin jî, îfade û îtîrafên kesên ku di bûyerê de hatine girtin, dîmenên wan di vîdeoyan de û herwiha qeydên cihê bûyerê piştrast dikin ku agir ji aliyê van kesan ve hatiye pêxistin. Ya herî girîng jî, di vîdeoyeke ku 1 ê Îlonê hatiye weşandin de, îtirafên ku Renc Hebîb ê ji kesên ku bûyer pêk anîne derbarê buyer de, rastiyê bi tevahî eşkere dike.

Çavkaniyên nêzî PKKê dibêjin ku endamê Konseya Rêveber a KCKê û endamê Komîteya Navendî ya PKKê Behzad Hekarî (Nedîm seven)di meha Îlonê de li ser navê Cemîl Bayik bi Îtilata Îranê û endamê YNKê Wehab Helebçeyî re hevdîtin pêk aniye û mijara şewata firoşgehan aniye rojevê. Çavkaniyên PKKê dibêjin ku Behzat Hekkarî daxwaza “Divê em vê pirsgirêka şewatan çareser bikin û bûyerê ji rojevê rakin, ev mijar serê me diêşîne” kiriye. Piştî vê daxwaza PKKê, YNKe û Şîayên Iraqê hewl dan bi rêya qanûnî ya sexte ji mijarê xelas bibin.

Dadgehên Iraqê û dezgehên dewletê yên ku erkdar in ji bo paqijkirina her cure bêqanûniya Şîayan, êdî di nav gel de ti bawerî bi vê dadgeha sîyasî nemaye. Saziya dadweriyê ya ku saziyên huqûq û edaletê yê Iraqê ne, ji her aliyî ve bûye lîstok di destê îdareya Şîayan de.

Pisporên Iraqî li ser mijarê dibêjin “Li dadgehên Iraqê edalet nîne, gotina hêzên Şîa derbas dibe, Şîa çi biryar bidin dê ew dibe” û rewşa dadgehên Iraqê eşkere dikin.

Eniya Şîa piştî têkçûna YNKê di hilbijartinan de dest bi vewjara rê dike

Piştî têkçûna mezin a YNKê di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê yên 20ê Cotmehê de, Şîayan dest bi hewldaneke pirralî kir da ku karta YNKê û PKKê ya di destê xwe de winda nekin. Ji aliyekî ve ji bo çareserkirina têkçûna YNKê ya moral û motîvasyonê, ji aliyê din ve qaşo rêya huqûqî ya sexte di dadgehan de sûcên YNKê yên wek madeyên hişber û hwd. paqij dikin û YNKê dîsa tînin rewşeke ku bikaribin bi kar bînin. YNKe jî di şûna veşartina hemû sûcên xwe, bêtir tê girêdan bi Eniya Şîa ve.

Esnafên ku di dikanên ku YNKe û PKKyîyan şewitandî de mexdûr bûne, li dijî suçdar û saziyên ku agir pêxistine doz vekiribûn. Ev rewş jî wê YNKê ji aliyê qanûnî ve bêtir bixista tengasiyê. Ji ber van hemû sedeman, efukirina PKKê û YNKê di mijara şewatan de hat rewanekirin bo saziyên huqûqî yên sexte. Wezîrê Dadê yê Iraqê yê YNKyî Xalid Şiwanî jî hûrgiliyên bûyerê organîze kir. Dadgehê li gorî talîmata ku ji wan re hatî şandin biryarek wergirt ku heta daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a Iraqê jî paşguh kir.

Meşrûkirina û paqijkirina êrîşên terorî yên li ser Herêma Kurdistanê bi vî awayî ji aliyê saziyên Iraqê ve, wek nîşaneya gavên din ên saziyên Şîa yên li dijî Kurdistanê tê qebûlkirin.

Darka Mazî eşkere kiribû ku PKKe di şewitandina bazarên Kurdistanê de xwedî plangêrîyekî sereke ye

Di sala 2023 an de, rast di wê demê de ku hikûmeta Iraqê mûçe û bûdçeya Kurdistanê neşand û tengasiya aborî dihat jiyîn, Bazara Qeyserî ya li Kerkûkê, Bazara Qeyserî ya li Hewlêrê, Bazara Lenge ya li Hewlêrê û Bazara Çelê ya li Duhokê hatin şewitandin. Agiran zirarek aborî ya li ser 300 milyon dolarî da hemwilatî û Hikumeta Kurdistanê. Berpirsiyariya agiran ji aliyê rêxistineke bi navê Rêxistina “Ehd-î Mîllî” ve hat girtin ku navê wê berê qet nehatibû bihîstin. daxuyanîya ku têde îhanet û gefên mezin li Pêşmerge û Barzaniyan hatibûn kirin, gelekî balkêş bû. Ekîba Darka Mazî di wê demê de bi lêkolîneke teknîkî eşkere kir ku navnîşana IP ya malperê ji bajarê Hesekê yê Rojavayê dihat birêvebirin.

Tê zanîn ku PKKê di gelek mijaran de wek şewitandina kampên Êzidiyan, kuştina kesên ku ji PKKê veqetiyane, êrîşên li ser Pêşmergeyan, gefxwarina sivîlan di çarçoveya şerê psîkolojîk ê li dijî gelê Herêma Kurdistanê de rolekî sereke heye.

Pustên heman beş