Di 7 ê Cotmeha 2024 an de, li hember operasyona Hamas a bi navê Tofana El-Eqsa li ser Îsraîlê, Îsraîlê bi operasyoneke bi navê “Şûr” bersiv da. Niha bi rastî jî li Rojhilata Navîn hem tofanek heye û hem jî şûr tên kişandin. Di vê aloziya tofan û şûran de Kurd akterên sereke ne. Ereb, Fars, Îsraîlî, Tirk – her kes dixwaze Kurdan bikişîne aliyê xwe. Bi rastî jî Kurd, ku sed salên dawî hertim hatine paşguhkirin, niha xwedî mercên ku bikarin bibin aktorên sereke ne.
Lê pirsa herî girîng ev e: Gelo Kurd ji bo vê yekê amade ne? Di rewşa normal de, divê Kurd hemû nakokiyan bidin aliyekî û li dora azadiya Kurdistanê bibin yek, hemû reqabeta navxweyî û cudahiyên îdeolojîk deynin aliyekî û siyaseteke Kurd û Kurdistanî esas bigirin. Gelo ev dikare pêk were? Dema em hinekî paşve dinêrin, em dibînin ku di nav 45 salan de PKK ê sê derfetên herî girîng ji Kurdan stendine:
Derfeta Yekem: Di dawiya salên 1980 î û destpêka salên 1990 î da rejîma Sovyet belav bû li Balkanan dewletên nu hatın avakirin. Piştî êrîşa rejîma Seddam li ser Kuweytê pêvajoyên dewletên nu avakirin xwe gihand Rojhilata navîn. Û ev mercên navneteweyî derfetên girîng ji Kurdan re vekirin. Her çiqas li ser Başûrê Kurdistanê xuya dikir jî, di rastiyê de di hişmendiya hemû Kurdan de îmkana avakirina Kurdistanê zindî bû. Kurd bûn xwedî parlamento. Ya normal ew bû ku piştî pêvajoyeke wek Lozanê, tevî hemû kêmasiyan, Kurd li dora Başûrê Kurdistanê kom bibûna. Lê PKK ê çi kir? Di sala 1991 an de, hê beriya ku parlamento were avakirin, Ocalan got “Dixwazin bi dayîna otonomiyeke biçûk ji Başûr re armanca Kurdistana mezin veşêrin” û bi vî awayî nîşan da ku ew destketiyên Başûrê Kurdistanê wek dijmin dibîne. Li Bakur, li şûna ku gel ber bi parastina destkeftiyên Başûr ve bibe, ew ber bi pêvajoyeke serhildana ne bêarmanç ve bir û Bakur da perçiqandin.
PKK ê rê neda ku xwarin û alîkarî bigihêje Başûr ku piştî Enfalê di nava xizanî û birçîbûnê de bû, û baca gûmrikê xwest. Pêşî li niştecîyên gundan girt û nehişt biçin ser gundên xwe. Di encama vê de, di sala 1992 an de pevçûn dest pê kirin. PKK ê, ji bo ku xwe li Başûr bike hevpar, êrîş bir ser bajaran, bi taybetî navendên wek Amêdiyê, Sîdekan, Bamernî û hwd. Bi dehan gund hatin valakirin. PKK ê di navbera 1992-1999 an de êrîşî herêmên PDK ê kir û di navbera 1999-2003 an de jî êrîşî herêmên bin desthilata YNK ê kir. Ne şaş e ku em van salan bi navê serdemeke ku PKK ê, bi teşwîqa Îran û heta Tirkiyeyê, li ser nakokiyên nav Kurdan lîst û hem li cem dagirkeran derfet bi dest xist û hem jî hewl da ku bibe hevparê destkeftiyên Başûr, bi nav bikin.
Derfeta Duyem: Di sala 2003 an de, di serdema hilweşîna rejîma Seddam de, bidestxistina statuyeke navneteweyî ji bo Başûrê Kurdistanê bû. Ev bi fermî herifandina sîstema Lozanê bû û nîşaneya nêzîkbûna bihara dewletbûnê bû ji bo Kurdan. Li cîhanê jî guhertin çêdibûn. Guhertinên li Balkanan zengila avakirina dewletên nû lêdixist. Li Rojhilata Navîn dengê tevliheviyeke mezin dest pê kiribû. Lê PKK ê dîsa roleke neyînî lîst. Berî her tiştî, di warê îdeolojîk de, bi gotinên weke dewlet, konfederalîzm, xwedawendkirin, afrodîtkirin, modernîteya demokratîk, azadîxwaziya zayendî, paradîgmaya nû, Tirkîyetî – ku bi piştgiriya dagirkeran hatibûn amadekirin – Kurd ber bi şaşkirina hişmendiyê ve birin.
Vê carê got “Li Başûr amadekariya dewleteke Kurdî tê kirin. Em çareseriya xweseriya demokratîk dixwazin.” Di sala 1992 an êrîş dikir ser rêveberiya Başûr bi hincet ku ew naxwazin bibin dewlet, vê carê jî bi hinceta ku dixwazin bibin dewlet êrişî hikûmeta herêma Kurdistanê dike. Mercên vê carê destûra êrîşeke fizîkî nedida, lê di bin de hem ji aliyê îdeolojîk ve ev destkeftiya Başûr reş dikir û hem jî dixwest Kurdên Bakur ji destkeftiyên Başûr dûr bixe. Evdilla Ocalan di vê serdemê de fermana “Berê Kurdan ber bi Hewlêrê ve deyîn xetere, berê Kurdan-Bakuriyan bidin ber bi Enqereyê ve” da. Di Newroza 2005 an a Amedê de îlaneke Konfederalîzmê hat kirin ku niha kes bîr nayîne. Ji wê rojê ve, siyaseta legal a Bakurê Kurdistanê û gelê welatparêz, li pey tevgereke ku eksen xwe winda kiriye, bi helandina nasnameya Kurdistanî ve tê kaşkirin.
Derfeta Sêyem: Bihara Erebî ya ku di 2009 an de dest pê kir, bingeha nakokiyên îro yên li Rojhilata Navîn e. Ji bo Kurdan hem derfetên mezin û hem jî xetereyên mezin derketin holê. Kurd dikarîbûn bi yekitiya navxweyî tiştên mezin bi dest bixin. PDK di vî warî de amade bû ku îmkanên xwe parve bike. Li Hewlêrê Kongreya Neteweyî ya Kurd diciviya. Eger ew kongre pêk hatiba û xalên ku di prensîbê de hatibûn qebûlkirin biketiba pratîkê, îro ne Efrîn hatibû dagirkirin, ne herêma Rojava ewqas mirov winda dikir û ne jî koçberî çêbûbû.
Lê PKK ê li şûna ku bi Kurdan re yekîtiyê çêke, tercîh kir ku bi dagirkeran re yekîtiyê çêke û Kurdan biperçiqîne. Di dema ku di Bihara Erebî de Kurd dikarîbûn bi daxwazên mezin derkevin holê, Ocalan rabû di Newroza Amedê de pêvajoyeke çareseriyê ya sexte îlan kir û got “Kurd-Tirk bira ne”. PKK ê li şûna ku bi Kurdan re li hev bike, xwe kir du beş. Ocalan di hembêza dewleta Tirk de, Cemîl Bayik ê ku wê demê Hevserokê KCK ê bû jî di hembêza Îranê de cih girtin.
PKK ê bû asteng li ber kombûna Kongreya Neteweyî ya Kurd. Bêyî tu sedemek destnîşan bike endamên xwe vekişand, komîteya amadekar hilweşîya. PKK ê ji bo Rojava bi her kesî re axivî, heta bi dewleta Tirk re jî axivî. Ocalan got “Min û Hakan Fîdan(serokê MÎT ê) Kobanî rizgar kir”. PKK ê tenê bi Kurdan re ji bo Rojava neaxivî. Got “Li şûna ku ez bibim hevparê Kurdan, çêtir e ez bibim hevparê Esad û Îranê.”
Eger PKK ê di meseleya Rojava de ewqas bi dagirkeran re têkildar nebûya û siyaseteke ewqas xwexwaz nemeşandiba, niha Rojava dê rewşek gelek cuda bûya. Li ser hemûyan jî gelê Bakurê Kurdistanê di serdemeke tarî ya bi navê “şerê xendek”an de hat perçiqandin.
Li Başûr jî PKK ê êrîşî destkeftên Kurdan kir. Ji bo ku di nav Kurdan de nefreteke li hemberî PDK ê çêke, hemû hêza xwe bi kar anî. Li Mexmûr û Şengalê bi artêşa Iraqê re li hev kir. Ji bo ku Şengalê bi Iraqê ve girêbide û çend perçe rant jê xwe re bigire, li kêleka rejîma Şîî ya Iraqê û Îranê ku hewldidan Kurdistanê ji nav bibin, tevgeriya.
Herêmên ku salên dirêj jê re digot “Herêmên Parastina Medya” jî, li şûna radestî niştecîyên wan herêman ango hêzên Pêşmerge, bike radestî dewleta dagirker a Tirk kir. Berê xwe bidinê, di bin her bihosta axa ku Başûr winda dike de rêkeftinên PKK ê hene.
Derfeta Çarem: Di vê demê de, gava ku li Rojhilata Navîn nexşeyên dewletan tên guhertin de, tişta ku dive Kurd bikin yekîtîye. Lê PKK ya ku sê derfetên zêrîn li Kurdan dane winda kirin, şaş e ku mirov jê çaverê bike ku ji vir û pê ve roleke erênî bilîze. Ji ber ku PKK hîn jî li wê nuqteya ku sê derfetên din winda kirine disekine û tevdigere. Ji aliyê îdeolojîk ve hîn jî hişê Kurdan tevlihev dike. Li şûna yekîtiya nav Kurdan, ji bo belavkirina neyarîya nav Kurdan, çapemeniya wê 24 saetan bi nûçeyên derewîn dijminatiya Barzanîyan di nav gelê xwe de belav dike. Li Rojhilatê Kurdistanê nahêle partiyên din ên Kurd nêzîkî sînor bibin. Li Rojava jî weke sîstema Koreya Bakur ji xwe pê ve wenake tu partî li wir sîyasetê bikin. Şengalê ji Kurdistanê diqetîne. Di demekê de ku Rojhilata Navîn cihê agir e û divê Kurd derkevin kolanan û bibêjin em serxwebûn û azadîyê dixwazin, ew bi drûşmên “Azadî ji Ocalan re” diqîrin bi vî awayî enerjiya Kurdan tê mezaxtin. Ocalan bi Tirkiyeyê re, Bayik jî bi Îranê re di şorên kozmîk te hevdîtinan dikin û peymanên dijî dewletbûna Kurdan îmze dikin.
Niyeta PKK yê ya yekîtî bi Kurdan re kirinê tune ye. Di dîroka xwe de jî ev yek nekiriye. PKK dikare dikare daxuyaniyê bide ku em amade ne bi Tirkiyeyê re biaxivin. PKK dikare daxuyaniyê bide ku em amade ne bi Esad re biaxivin. Heta dikare daxuyaniyê bide û bibêje em bi Dewlet Baxçelî(nijadperstê tirk-faşîst) re hevdîtinan bikin. Lê daxuyaniyê nade ku em amade ne bi PDK ê re biaxivin, daxuyaniyê nade ku em amade ne bi Kurdên derveyî xwe re hevdîtin bikin.
Yên ku dixwazin pêşî li windakirina derfeta çarem bigirin, divê pêşî ji PKK ê re bibêjin “Dev ji dijminatiya Kurdan berde”. Ji ber ku ev dijminatiya PKK ê ya li hemberî Kurdan ewqas xeternak e ku dikare sedsala 21 em jî bi Kurdan bide winda kirin.