Îranê, PKK e telaq daye yan PKK e dixwaze peywendiyên xwe li gel bipeçîne

Îranê, PKK e telaq daye yan PKK e dixwaze peywendiyên xwe li gel bipeçîne

Medyaya PKK ê ev dema çend rojane dest avêtîye sêrvîs kirina hinek nûçe û agahîyan li derbara Rojhilata Kurdistanê û Îranê û Sûriyê, heger çend ev agahî weha xweya dikin ku li dijî Îranê ne, lê belê di rastiya xwe de hinek wateyên din hene, PKK e dixwaze êdî wiha bibêje ku têkilya me bi rejîma Îranê re tuneye.

Kenala Stêrk ya PKK ê dest avêtîye sêrvîs kirina hinek nûçe û agahiyên mîna hedef kirina kolberan bi destê supayê pasdaran, dubare rêxistina şaneyên DAIŞê û komên çekdarên girêdayî Îranê li Dêrazûrê, hemwext berz kirina ala PKK ê li navçeyên Silêmaniyê bi taybet li bajarê Kelarê, gelo PKK e dixwaze bi van agahî û nûçeyan çi bibêje? Ya rast ev yek di sê xalên sereke da tê analîze kirin:

Yek: sêrvîs kirina nûçeyan di medyaya PKK ê de li dijî rejîma Îranê tê wê wateyê ku PKK e dixwaze bibêje nakokîyên me li gel rejîma Îranê çêbûne û êdî di meseleya peymana Şengalê de, mîlîşya yên heşda Şebî piştgiryê nadin me, ji ber ku di meseleya Şengalê de medyaya Îranê tenê gotbû ku “mîhwerê miqawemê” li Şengalê ketîye di xetereyê de, mebesta Îranê ji mîhwerê miqawemê Heşda Şebî û PKK e ye.

Didu: PKK e dixwaze bi van nûçeyên li dijî Îranê, weke hertim rojevê biguhere û gelê Kurd bixapîne, ew dixwaze peywendiyên xwe yên jêr bi jêr li gel Îranê bipeçne.

Sisê: yan PKK e li vir dixwaze peyameke ne eşkere bide rejîma Îranê ku ev têkilîyên rêxistina me li gel we ketine di qonaxeke nû de.

Peywendiyên Partîya Karkerên Kurdistanê li gel rejîma Îranê jêr bi jêr nemane, belku niha her kurdek dizane PKK ê û Îranê peywendiyên stratejîk hene, PKK ê baregeh li Rojhilata Kurdistanê bi awayekî eşkere hene, birîndarên wê li nexweşxaneyên Ormîyê tên tedawî kirin, dema Îran bi eşkere dibêje ku mîhwerê miqawemê ketîye di xeterê de ji xwe mebesta Îranê PKK e û Heşda Şebî ye, PKK e ji bo Îranê weke şirketeke sîkortiyê ye, çekdarên kirê girtî ne, ji bo lêdana berjewendiyên gelê kurd li Başûrê Kurdistanê.

Hevnasîna PKK ê û Îranê bo sala 1982ê vedgere

PKK e û rejêma Îranê peywendîyek dîrokî hene û destpêka dirustbûna van peywendiyan ji bo sala 1981-1982ê vedgere, rejêma Sûriyê ew alî bû ku rejêma Îranê û PKK e bi hevdu nasandî, dema ku paş kodetaya sala 1980ê li Tirkiyê, PKK ê hêzên xwe li sûryê û Libnanê cêgîr kirin û bû beşek ji aliyê dijberê împiryalîzmê.

Piştre Îranê bi lêzanî PKK e bikar anî, li sala 1986ê peymanek li gel îmze kir û li gor wê peymanê Îranê îmtiyaz bi PKK ê bexşîn, li beranber vê PKK e kete di mîhwerê miqawemê de û êdî ji bo berjewendîya Îranê tev gerya, vê peymanê herçend ku hinek guherîn têde hatîne encam dan, lê belê di niha de jî esasê peywendiyên Îran û PKK ê li ser vê peymanê ne.

Pustên heman beş