Bersiv pir hêsane, navçeyên sînor yên bakurê Îraqê û Sûriyê ji bo Îranê cîyekê herî sitratecîke, ji ber ku Îranê raste rast bi Sûriyê ve girêdide, Şengalê dikeve di vê xetê de û “Hîlala Şî’î” ya Îranî ji bo navçeyê temam dike, ev navçe li jêr desthilata Kurdan û hozên sunne mezhebin, ev herdu jî naxwazin ji bo berjewnidîya Îranê tev bigerin, lewma ji bo Îranê girînge hêzên ku li Şengalê cî bigrin li jêr bandora wê bin, Heyder Şeşo, PKK ê û Heşda Şabî di xwestin vê yekê encam bidin, dixwestin gelê Êzidî di vê leyistoka qirêj de bi kar bînin, heger na, hebûna parastina rometa gelê Êzidî di hesaba Heyder Şeşo de xeyaleke tuneye.
Êzidîyan li çi demekê Heyder Şeşo nas kir?
Heyder Şeşo, ji dema hewla tevlîkirina çekdarên Êzidî li gel Heşda Şabî, hevalbendekê bi hêz yê PKK ê bû, paş desteser kirina wî, li dijî PKK ê û Heşda Şabî derket û daxuyanî dan, carna li gel YNK ê bû û carna li dijî rêbaza Mam, carna xwe nêzî PDK ê dikir, carna li dijî PDK ê di axivî, lê belê ev hewlên wî bê êncam man, ji ber ku gelê Êzidî Heyder Şeşo yê bê mask nas kir, wan fêm kir ku ev kes berjewendî xwaze û Êzidîxanê tu girîngîya xwe li cem nîne, bi gotineke din Heyder Şeşo yê ku beşeka Êzidîyan hêvî pêre ava kirbûn, ji bo wan xweya bû ku ew Mercaneke saxteye û bi kêrî wan nayê.
Paş bi dawî bûna şerê dijî terora DAÎŞ ê, Heyder Şeşo êdî bi awayekê cuda tev gerîya, wî xwest senga xwe ya caran li nava civaka Êzidî de vegerîne, PKK e jî ji bo vê amancê kete di xetê de û hemû piştigrî ji bo perçekirina civaka Êzidî da Heyder Şeşo.
Yekem hengava perçekirina Êzidîyan
Yekem hengava çêkirina duberekiyê di civaka Êzidî de, paş koça dawiyê a Mîr Tehsîn Beg, Mîrê Êzidîyan bi zelalî derket, wexta ku civaka Êzidî Mîr Hazim weke Mîrê nû hilbijartî, Heyder Şeşo û seydên wî yên koma “Biratîya Gelan”, îlan kir ku ew danpêdanê bi mîrê nû nakin û xwest bi vê yekê rojevê bi guherîne û îradeya gelê Êzidî bixe jêr bandora PKK ê de.
Heyder Şeşo serkêşîya sînaryoyeke hemawa kir wexta ku Îxtiyarê mergehê Xirto Hacî Îsma’îl Babeşêxê Êzidîyan Xirto koça dawiyê kirî, gelê Êzidî Babeşêxê nû hilbijart û dîsan Heyder Şeşo hewla çêkirina doberekiyê kir û got: “Me di berê de dan pêdan bi Mîrê nû nekir, evca bi tu awa emê dan pêdanê bi Babeşêxekî bikin ku mîrekê ne mu’teref ew dest nîşan kirbe.”
Ya rast li roja 14 meha 11 ya sala 2020an, Mîr Hazim Mîrê Êzidîyan li gel Meclîsa Rohanî û nêzî 200 serok eşîr, oldar, muxtarên gundên Êzidîyan de civîya û Babeşêxê nû yê Êzidîyan hilbijartin.
Heyder Şeşo di wê civînê de beşdar bû û nerazîbûna xwe îlan kir, piştre vegerî Şengalê û roja paştir bi alîkarîya PKK ê û YNK ê, hejmareke serok eşîrên Êzidîyan li Şengalê kom kirin û ji bo wan axivî û got: “Ev Mîr û Babeşêx ji hêla layenkî siyasî hatine dest nîşan kirin” û bi vî awayî îradeya gelê xwe yê Êzidî jêr pê kir.
Heyder Şeşo û Qasm Şeşo li ser navê PDK ê Êzidî li dijî hev radkirin
Li gor agahiyên pêgeha Darka Mazî, paş civîna Heyder Şeşo û PKK ê li gel serok eşîrên Êzidî yên Şengalê, li roja 16 meha 11 ya 2020an, kesê bi navê “Ferec Silêman” ku berpirsekê YNK ê ye li komelgeha Mehetê, form li ser muxtarên gundên Êzidîyan bi navên “Mehmûd Mam Reşa, Muqbilê, Kendalî, Bêtnarê, Mosekan û Mehetê” li derbara hilbijartna Babeşêxî parve kirin û ji wan xwest wê formê ji bo piştigrîya Ferhad Xirto Hecî Êlyas îmze bikin.”
Heyder Şeşo rasterast form li ser kesayetiyên Êzidî bi rêya “WhatsApp”ê li ser navê PDK ê şandine û heman daxwaz ji wan kirine piştgiryê bidnin “Ferhad Xirto”, Qasim Şeşo heman kar encam daye û li ser navê PDK ê ev form şandine.