Partîya Karkerên Kurdistanê, weke penceşêrê ketîye di Başûrê welat de û zirar bi her der û alî xistîye, di nerîna vê rêxistinê de, şerê li gel Başûr ji şerê li gel dewleta Tirk bi rumet tire, ew li ser vê esasê çekdarên xwe perwerde dike, têkdana take perçeya azad jî bi dozeke rewa, xebat û tekoşîn ji bo xwe dibîne, çekdarên “Biratîya Gelan” bi sedan gundên Başûr dagîr kirine, di heman demê de zirareke pir mezin bi kerta torîzmê û çandinîyê xistîye, bi kurtasî PKK e bûye bela serê Başûr û weke Penceşêrê her ku diçe, zirara wê pêtir diyar dibe.
Başûrê Kurdistanê bi çiya, dol, rûbar û deştên xwe nasiyare, erdinîgarî û seqamenîya wê ku 4 werzên hevseng hene û dewlemendîya çand û kultûra wê, bi xalên esas tên hesab kirin ku bala torîzman ji hemû derên dinyayê ji bo xwe bikşîne, bijlî mijara ewlekariyê ku faktera herî esase ji bo ava kirina abûr û pîşesazîyeke tendrust a torîzmê.
Ji dema ketina di nava xaka Başûr de, PKK ê tenê pirsgirêk çêkirine, bi sedan gund, deverên bi çandinî û torîzmê dewlemend dagîr kirin û ji bo xwe navên aşopî lê kirin, mîna herêmên “Parastina Medya”, nuqteyên xwe danan, bac ji şênîyan stend, wê pêtirî 650 gund dagîr kirine bi taybet li sînorê parêzgehîya Dihokê û kirin navçeyên eskerî, ev jî bû sedem ku zirareke mezin hem bi şêniyên wan gundan bikeve û hem bi abûra welat.
PKK ê 658 gundên Başûrê Kurdistanê dagîr kirine
Nûçegihanê pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê raporek li derbara zirara PKK ê li kerta çandinîyê û torîzmê çêkirîye û agahiyên herî taybet bi dest xistine.
Agahiyên ku hatine bi dest xistin eşkere kirine ku 658 gundên Başûrê Kurdistanê bi sedema PKK ê vala mane û şêniyên wan koçber bûne, ev gund li sînorên parêzgehên Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê ne, lê belê piranî jê li Dihokê ne.
Gelo PKK ê ti zirar li Dihokê kirîye?
Ji sercema van gundên Başûr 361 gund yên parêzgehîya Dihokê ne û piranî jê li devera Amêdiyê ne, heger em bi rêja sedî bas bikin, rûberê devera Amêdiyê dibe 2716 kîlometroyên kara, ji vê rûberê 70% di destê PKK ê deye.
Li devera Zaxo jî nêzî 150 gundan ji aliyê PKK ê ve hatine dagîrkirin û şêniyên wan koçber bûne, bi rêjeya sedî xaka Zaxo dibe 1378 kilyometroyên kara û 30% ya vê xakê li jêr kontirola çekdarên PKK ê de ye.
Heger li ser asta parêzgehîya Dihokê bi axvin, ev yek ji bo me derdikeve holê, 34% xaka parêzgehîya Dihokê ku dibe 6553 kîlometrên kara li jêr kontirola çekdarên PKK ê ye.
Paytexta Kurdistanê zerermenda duyemîne
Hewlêra paytexta Başûrê Kurdistanê li rêzbendîya diduyan tê paş Dihokê, PKK ê li vê parêzgehê destê xwe daniye ser 240 gundan, 67 ji wan girêdayî navçeya Soran, 13 gund li Çomanê û 16 gund li Mêrgesorê ne.
Qendîl cihekê herî sitratîjiye bi çandin û samanên jêr erd
Binara Qendîlê ku niha bi ciyê sereke yê PKK ê û rêveberiya wê tê hesab kirin, dikeve sînorên parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê û hevsînore li gel Îranê, PKK ê ji salên notan a çaxa rabûrî ev dever dagîr kirîye.
Qendîl bi navçeyeke herî girîng ji aliyê çandiniyê û samanên din weke petrolê tê hesab kirin, bi sedema PKK ê Hikûmeta Başûr nikariye ti mifayekî ji wan samanan bibîne, PKK ê li vê deverê destê xwe danîye ser 50 gundan, 49 jê di sînorê parêzgehîya Silêmaniyê dene, herî kêm 3 hezar malbat bi sedema çalakiyên PKK ê, ji binara Qendîlê koçber bûne.
Penceşêre û berbûye Şengalê
Paş sala 2014an PKK ê rûberê xaka dagîrkirî ya xwe li Başûrê Kurdistanê berfireh kir, niha Şengal li gel 8 gundê dorbera Şengalê dagîr kirine, zirar PKK ê li ser vê deverê ne tenê dagîrkirine, belku ew bûye sedem ku heya niha pêtirî 300 hezar awareyên Şengalê nevegerin warê xwe.
PKK e li van gundan çi dike?
PKK e ji dema dagîrkirina van gundan rê nade Hikûmeta Başûr wan gundan avedan bike û xizmetê jêre pêşkêş bike, her çend ku hikûmeta Başûrê Kurdistanî ji destpêka salên notan ve, dest bi avedankirina gundan kirbû û xizmetguzarî jêre kirbûn, lê belê PKK ê ev gund kavil kirin û dest bi ser da girtine, nuqteyên xwe li dorbera gundan danane, bacê ji şênîyan distînin, baregehên eskerî û meşq û perwerdekirina çekdaran û meqrên hizbî lê ava kirine, hemwext ciyên jêr erd yên veşartina çekan, bi kurtasî ev gund kirine navçeyên temam eskerî.
PKK ê ev gund û navçe dagîr kirine û li Dihokê ji bo 4 herêman dabeş kirine, ew jî herêmên “Heftenîn, Metîn, Zagros, Zap, her wiha Gare û Berê Garey”, li her herêmekê baregeh, goristan û nexweşxaneyên taybet bi xwe ve çêkirine, li gel deverên dagîrkirî yên Hewlêr û Silêmaniyê jî navê herêmên “Parastina Mediya” lê kirine, li Şengalê jî navê Herêma Xweser.
PKK e bijlî çalakiyên serbazî, bac li ser hatinuçûn û veguhestina kelupelan danaye, dema ku şênî û bazirgan razî nedbûn bacê bidin PKK ê, ew dihatin qetil kirin, PKK ê ev navçe weke menfezekê ji bo karên qaçax li nêvbera Îraq, Îran û Tirkiyê kirîye, bi gotineke din wan ev dever weke tiranzêtekê ji bo bazirganiya maddeyên hişberê lê kirîye û navend û saziyên navdewletî bi taybet Interpol ê ev yek piştrast kirîye.
Çekdarên PKK ê di ser wê sitem û zordarîya ku li şêniyên wan gundan dike, bi awayekê hov û bê rehmane wan şênîyan tesfîye dike yên ku daxwaza gundên xwe ji PKK ê dikin, bi sedan şêniyên gundên Amêdiyê û Zaxo û Dihokê di vê rê da canê xwe kirine qurbanî.
Zirara PKK ê li ser kertên çandinyê û torîzmê bi milyarên dolarane
Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û gelê başûr bi milyarên dolaran zirar bi sedema hatina PKK ê bo nava gund û deverên xwe dîtine, ji ber ku her hemû deverên ku PKK ê dagîr kirîn, bi navçeyên dewlemend bi çandinîyê û samanên jêr erd tên hesab kirin û ji dema serbestbûna vê perçeya Kurdistanê, hikûmetê nikariye mifa jê bibîne.
Kerta torîzmê jî zirara herî mezin dîtîye, ji ber ku çekdarên PKK ê niha bi çavkaniya sereke ya ne ewlehîya van navçeyan tên hesab kirin û ev navçe bi berdewamî dikevin ber êrîşên dewleta Tirkiyê, lewma karîna vejandina torîzmê tune bûye.
PKK ê ciyên pir sitratecîk ji bo torîzmê û çandinyê dagîr kirine û her tiştê der yasayê li van devera dike, gihaye astekî ku li 8 meha rabûrî li devera Şeraniş ya sînorî gulle berdane hinek torîzmên Ereb û gulle bi erebeyên wan ketine, ya rast PKK ê yêk mebest ji van karan heye, ew jî lêdana pêgeha abûriya Başûrê Kurdistanê ye, ji ber ku PKK e baş fêm dike, torîzm çavkanîya herî sereke ya dahata Başûrê Kurdistanê û gelê wê ye.
Li gorî datayên Desteya Torîzmê ya hikûmeta Başûr, salane bi dehan milyon însan torîzm ji nava Îraqê û dervey welat tên herêma Başûr, lê belê heger PKK e nebaye ev hejmar wê bi du caran zêdetir ba.
Yeqîn bo gelê başûr çêbûye ku PKK ê tu xêrekê ji bo wan naxwaze
Partîya Karkerên Kurdistanê li salên notan ji çaxa rabûrî şer bi hikûmeta Başûrê Kurdistanê firoştîye û heya roja me ya îro li ser vê siyaseta xwe didome, ew dixwaze Başûrê Kurdistanê ji her alî ve têk bide, wexta ku hewlên wê yên qirêj li gel dewletên dagîr ker ji bo vê amancê rastî şikestinê hatîn, niha wê pena ji bo zirar gihandinê bi pêgeha abûrî ya vê perçeya Kurdistanê birîye, teqandina borîya petrola Herêmê jî baştirîn mînake ji bo vê axaftina me, gelê Başûr jî êdî di rastîya PKK ê gihiştîye û yeqîn ji bo çêbûye ku rêxistina PKK ê na xwaze gelê Başûr rihet li mala xwe raze, PKK e ji bo wan weke mêvhanekê bargirane, tenê ser êşî jê dîtîye.