Baregehên hêzên îranî yên li sûryê hatin bombebaran kirin

Baregehên hêzên îranî yên li sûryê hatin bombebaran kirin

Ji ber bombebarana balefirên şer 14 çekdarên ser bi Îranê li rojhilatê Sûriyê hatin kuştin.

Hate ragihandin ku ji aliyê balafirên ne nas ve baregehên hêzên girêdayî Îranê yên li bajarê El-Bûkemal ya parêzgeha Dêrezorê Sûriyê hatine bombebaran kirin.

Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan ragehand, ew 14 çekdarane ji ber bombebarana balefirên şer ser çend pêgehekî leşkerî li gundên El-Bûkemal li rojhilatê Sûriyê hatine kuştin.

Rewangeha Sûrîya mafên mirovan amaje bi wê yekê kir ku balafirên nenas zêdeyî 10 êrîş li dijî baregehên hêzên Îranê yên li rojavayê bajarê El-Bûkemal ê Dêrezorê pêk anîn, û amaje bi wê yekê kir ku çekdarên hatiye kuştin ser bi milîsên îranî bûne, ku 8 ji wan Îraqî bûn û 6 ji wan jî Afghani bûn.

Pustên heman beş