Netanyahû bi awayekî nepen çû Siûdî û ligel Mihemed Bin Selman û Pompeo civîya

Netanyahû bi awayekî nepen çû Siûdî û ligel Mihemed Bin Selman û Pompeo civîya

Li gorî medyaya Îsraîlê Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu doh roja yekşemî 22yê mijdarê bi seredanek nepen çû Erebistana Siûdî.

Li gorî agahiyan, Netanyahu li Siûdî bi welîehd prensê Siûdî Mihemed Bin Selman û wezîrê derveyê Amerîka Mike Pompeo re civîya.

Tê gotin ku serokê Mossad Yoss Cohen beşdarî civînê bûye, lê wezîrê parastinê Benin Gantêz û wezîrê derveyê Îsraîlê Gab Ashkenazi amade nebûn.

Medyaya Îsraîlê ragehand, ku balafira Netanyahu di 22-ê çirîya paşiyê da di 7:30 êvarî de çû bajarê Neom-ê ya Erebistana Siûdî û piştî nîvê şevê careke din vegeriya Îsraîlê.

Heya niha, ti karbidestekî ev nûçe piştrast nekiriye, lê Tope Luke, yek ji şêwirmendên Netanyahu, bi tiwîtekê eşkere kir ku serdan pêk hatiye. Radiyoya artêşa Îsraîlê jî civîn ragihand.

Li ser mijarê nivîsgeha Netanyahu nexwest ti daxuyaniyekê bide.

Rêwîtî ya Netanyahu ya ji bo bajarê Neom, li perava deryaya sor ji hêla malperên şopandina firînê ve hate şopandin.

Piştî peymanên Îsraîlê yên bi Îmarat, Bahrein û Sûdanê re dihat behiskirin ku wê Îsraîl bi Erebistana Siûdî re jî peymana asayîkirina têkilîyan îmze bike, lê belê heta niha bi awayekî eşkere nehatiye ragihandin.

Pustên heman beş