Berpirsekê Partîya Karkerên Kurdistanê yê Kerborana navçeya Mêrdînê, kete ber êrîşeka dewleta Tirkiyê û canê xwe ji dest da.
Li gor agahiyên ku arteşa Tirkiyê parvekirine, îro roja dûşemî 23/11/2020an, operasyon li navçeya Kerboranê ya girêday parêzgehîya Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê hatine encam dayîn, 3 çekdarên PKK ê hatine hedef kirin, yek jê berpirsê wê navçeyê bû.
Dest nîşan kir, berpirsê Kerboranê yê PKK ê bi navê “M, O” û kod navê “Rêber” bû ku di kategorîya gewir ya daxwaz kirîyan de bû.
Partîya Karkerên Kurdistanê, hêna niha tu agahî li derbarê wê operasyonê û ji dest dayîna wî berpirsê xwe yê mêrdînê parve nekirine.