Hêzên girêday sazîya îstixbarata Îranê, dû çalakvanên Kurd yên Rojhilata Kurdistanê desteser kirin û ji bo ciyekê nediyar veguhastine.
Rêxistina Hengaw ya mafên mirovan belav kirîye, li dema 24 demjimêrên rabûrî hêzên sazîya îstixbarata Îranê Îtîla’atê, her yêk ji “Daryoş Muradî” çalakvanê medenî û kultûrî, her wiha “Anîsa Ce’ferî Mêhir” çalakvan û mamosteya zimanê Kurdî li bajarê Şabad yê girêday Kirmanşanê desteser kirine.
Dest nîşan kir, hêzên Îtîla’atê bi ser malên wan çalakvanan de girtine û ew desteser kirine û ji bo ciyekê nediyar veguhastine.
Rêxistina Hengaw eşkere kir, pêtirî 20 çekdaran bi ser malên wan de girtine û ji bilî desteser kirina wan, malên wan jî pişkinîne û dest bi ser kel û pelên taybet de girtine.
Li gor agahiyên rêxistina Hengaw, çekdarên sipayê Nebî Ekremê Kirmanşanê yê girêday Îtîla’atê Anîşa û Daryoş desteser kirine û heya niha çarenivîsa wan nediyare.