Bajo Mamê Cemîl Bajooooo!

Bajo Mamê Cemîl Bajooooo!

Memet Mêrdînî

Serokê KCK ê mamê me Cemîl Bayik bi helkefta 42emîn salvegera damezrandina PKK ê ji ajansa ANF ê re axfî û weke hercar bi lezatîyek ew qas zêde ajot ku dibe niha tep û toza ajotina wî gihiştibe girava îmraliyê û poza ‘Evdila Ocelan ê rêberê PKK ê. Mam Cemîl ku bi mam Coma tê naskirin di hevdîtna xwe de li gel ajansa ANF ê basî dîrokê dike û dibêje: ” tekoşîn û nirxên di nava 500 salan de tên afirandin, PKK ê di nava 50 salan de afirand”.! Kesekî hay ji xwe nebe wê li gor vê axaftina mam Cemîl wisa bifkire ku PKK ê paş 42 salan her çar parçeyên kurdistanê azad kirine û kirine yek parçe û dewletek têde ava kiriye ku her kes bibîne wê wisa bifkire ku ev dewlete 500 sale hatiye avakirin! Axir her tiştê vê dewletê heye, top û teyare, çek û cibilxane, siyade û serwerî, hikûmet û parlemen hud…

Belê mamê Cemîl ev care ew qas bi lez ajot ku dîroka PKK ê ji 42 salan derbasî 50 salan kir û go, di van 50î salan da bi paradîgmaya  rêber Apo û PKK ê me qasî 500 salan doza kurdan ber bi pêş biriye!  Gelek xweş ajotiye ne wilo ye yaw?

Na mamo can na, xwîna kurdan ne ew qas bê buha ye, bisekine

Li ser bext û wijdanê me nebe, li ser bext û wijdanê fitneçî û fesadên ajansa ANF be, dibêjin mamê we Cemîl Bayik gotiye: ” xeta çalakî, rêxistinî, polîtîk û îdeolojîka PKK ê ji her aliyekî ve tecrûbeyeke girîng derxistye holê, hema bêjin her malekê şehîdek da, gazyekî xwe heye, girtyekî xwe heye ku herî kêm 10 salan girtî maye. Vê tekoşînê xwe gihande tevahiya gelê kurd; gelê kurd bi temamî êxist nava vê tekoşînê. Lewma ev tekoşîn bi awayek giştî veguherî tekoşîna gel.”!! Wey şabaş mamoo! Mamê Cemîl wisa difikre ku kurd ji bo vê yekê têkoşînê dikin ku girtî, gazî kirî û şehîdên destê dewleta Tirkiyê hebin, wey tew mamooo tewww! Mamê Cemîl qurban te şaş fêm kiriye wilo nîne yaw, kurd û ew ciwanên niha di nava refên PKK ê de û yên canê xwe feda kirî û yên niha di zindanên dewletê de ji bo azadkirina Kurdistanê ew bedel dane, ne ji boy paradîgmaya qirêj a to bas dikî û ji bo partîya xwe bazirganiyê pê dikî, yaw Cemîl eve ti tecrûbeye tu bas dikî?! Qey ciwan, zarok, wilatparêz û nîştîmanperwerên kurdan mişkên taqîgehane ku dixtorên weke te werin û tecrûbeyan li ser xwîna wan bikin?! Na mamo can na, xwîna kurdan ne ew qas bê buha ye, bisekine.

hemû bakurê Kurdistanê teslîmî Tirkiyê kir, Heftenîn û Metîn û hwd… Teslîmî dewleta Tirkiyê kirin û hêjan jî basî serketinê dikin!

Endamê Konseya KCK ê û mêrê mêran mam Cemîl Bayik, bi vî awa axaftina xwe domand: “ev sal sala serketinê ye, sala serketina paradîgmaya PKK ê ye ku rêber Apo pêşengatiya wê dike!”, em çi qas pêtir bifikrin û pêtir guhdariya axaftinên mam Cemîl dikîn pêtir heyirî dimînin, axir di van 43 salên mamê me basî wan dike ti serkeftineka PKK ê têde nayê dîtin, serketina medyayî nebe, PKK e bi tenê di medyaya xwe da, weke nazîyan serkeftin aniye, PKK e niha dikare derewek mezin bi qasî çiyayê Qendîlê weke rastîyek nîşanî alîgirên xwe bide, dikare binketinên xwe jî bike serketin, hemû bakurê Kurdistanê teslîmî Tirkiyê kir, Heftenîn û Metîn û hwd… Teslîmî dewleta Tirkiyê kirin û hêjan jî basî serketinê dikin! Na wisa jî na mamê Cemîl na, xwe ne me pîş xwariye heyran!

her bijî cîgerim Cemîl! Axaftinek rast ji devê te derket

Cemîlê me di axaftina xwe da her tiştek jî bi derew ve gotibe ev tişt rast gotiye dema dibêje: ” divê hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyê û Rojhilata Navîn vê yekê mêze bikin; mifteya çareseriya pirisgirêkên li tirkiyê û rojhilata navîn hemûyan, di fikra rêberatiyê de ye”, her bijî cîgerim Cemîl! Axaftinek rast ji devê te derket, bi rastî jî te rast got, ger Tirkiye û rojhilata navîn ku merema te ya serekî ji “rojhilata navîn” Tirkiye, Îran û Îraq û Sûriya ye, li gorî hizrên Evdila Ocelan tev bigerin ti pirsgirêkeke wan namîne, axir ger bi wî awa be ti pêwîstîyeke wan bi leşker û top û tank û balefiran nabe daku dîsan kurdan pê komkuj bikin, wan derbeder û malwêran bikin, wan zindanî û şehîd bikin, hema hema bêje wê kurd hemû weke kole û xulaman di nava wan dewletan de kar bikin û ti pirsgirêkeke wan nabe, belê mamê Cemîl, belê Tirk baş vê fam dikin xema l vê yekê nexwe, neke cholesterol a te bilin bibe! Axir ev hizrên Evdila yê rêberê te bi rastî jî heman hizrên kemalîstanin, heman hizrên meleyên Îranê û…..ne.

ji bo xatra xwedê û Tawusê Melk bêjin me, hûn behsa kîjan serkeftin dikin?

Belê e, hevserokê kurdên sererd û binerd mamê me Cemîl ê delal di axaftina xwe da tişta herî zêde tekez dike, serketina paradîgmaya PKK ê û rêberê wê Ocalan e, em li vir dixwazîn van pirsan ji mamê xwe yê delal Cemîlê çav Kal bikîn: “gelo to û PKK e basî kîjan serkeftinan dikin? Piştî43 salan ji bo Bakurê Kurdistanê we çi destkeft hebûye ji xeyrî wêran kirina 5 hezar gundan, koçber bûna 4 mîlyon mirovan , bi girtin dana 200 hezar kurdan, jiyan ji dest dayîna 45 hezar kesan di nava refên PKK ê de?!! Ne ne bi rast hûn basî kîjan serkeftinê dikin ku em nizanin?!! Bi paradîgmaya tu bas dikî nêzî du mîlyon mirov koçberî Ewropa bûne. Cihên ku dewletê ti caran nekarî bû bigire niha girtiye û mijûlî avakirina qereqola ye têde, dilê berxwedana kurdayetî Cizîrê hate şewtandin û êdî nikare ber xwe bide. Di encama operasyona ku di bin navê xendekan da we destpêkirî 9 bajêr hatin wêran kirin. Kurdî bûye zimanek ku tenê pîr û kal dizanin û pê diaxvin. Zarokên me yên ku navên wan Azad, Bêrîtan, Arîn yên hey lê yek peyv bi kurdî nizanin. Ma eve serkeftina PKK ê? Ger di dema 43 salan da we bihostek ax rizgar ne kiribe, dujmin ji welatî derxistin em deynîn alîyekî, we dujmin biriye parçeyên din ên welatî jî; û zimanê dayikê jî we daye bîrkirin, vêca mamê Cemîl, to û PKK e behsa kîjan serketinê dikin?!! Hay dê ji kerema xwe û Evdila Ocelan, ji bo xatra xwedê û Tawusê Melk bêjin me, hûn behsa kîjan serkeftin dikin?

Bi kurtahî, bi şeş telaqan be, mam Cemîl û PKK e ji salên 90ê heya niha van axaftinan dubare û sedbare dikin lê belê ji xeyrî pêtir bindest kirina kurdan û mal wêran kirina wan bi destê dewletên dagirker ti serketineke wan nîne û bi vî awa berdewam bin, serketina wan nabe jî!

Lê em ji mamê Cemîl re dibêjîn: bajo mamê Cemîl, bajooooooo! Tu gelek xweş tajoy!

Pustên heman beş