Gerên çavdêriyê li Kobaniyê destpêkirin

Gerên çavdêriyê li Kobaniyê destpêkirin

Hêzên Rûsî û Tirkî gereke çavdêriyê ya hevbeş li gundewarê rojhilatê Kobaniyê dikin.

Hêzên Rûsî û Tirkî gereke çavdêriyê ya hevbeş li gundewarê rojhilatê Kobaniyê kir, Di gerê de ji her aliyekî 4 otombîlên leşkerî û zirîpoş beşdarin.

Gera hevbeş ji gundê Xarîb dest pê kir û dê di hejmarek gundê li nêzî sînor re derbas bibe.

Gerên çavdêriyê yên hevbeş ên Rûsî – Tirkî li Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya rêkeftina Serokê Rûsya Viladîmîr Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan a 22 Cotmeha sala rabûrî li bajarê Soçî yê Rûsî de tên kirin.

Tenê di vê mehê de jî, ev cara çarem e hêzên Rûsî û Tirkiyê gerên çavdêriyê yên hevbeş dikin.

Pustên heman beş