19 endamên PKK ê hatin desteser kirin

19 endamên PKKê hatin desteser kirin

Li Stanbolê di operasyona li dijî endamên rêxistina PKK ê de,  19 kes hatin desteser kirin, yek jê pileya berpirs di nava rêxistinê de heye.

Li gor agahiyên destê me, îro roja pêncşemî 26/11/2020an, di çarçûveya lêpirisîna ku serdozgerîya komarê ya Stanbolê birêve dibe, der heqê 25 gumanbaran da ku kar û çalakiyên PKK ê li bajêr di meşînin, biryara binçavkirinê hat dayîn.

Hêzên dijî terorê yên Stanbolê ji bo binçavkirina gumanbaran, operasyon birin ser 28 navunîşanan û 19 gumanbar hatin binçavkirin, yek jê berpirse bi navê “C.Y”.

Di lêgerînên li navunîşanan de, hinek çek û pêwîstiyên din yên wan gumanbaran dest bi ser de hatin girtin.

Pustên heman beş