Partîya Karkerên Kurdistanê li ser revandina keç û ciwanên Kurd berdewame û dawî car, keçeka 19 sal ji Kampa Mexmûrê bi darê zorê kêşî Qendîlê kir û malbata wê keçê gef li PKK ê xwarine ku ger keça wan nehê vegerandin wê tola wê hildin.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, li roja 14 vê mehê, keçeka 19 sal ya bi navê Çîmen Behrî Seydo bi nasnavê Alturk ku yek ji rûniştvanên Kampa Mexmûrê ye û ji eşîra Guyî yane, bi darê zorê ji bal Rêxistinên Ciwanên Kampa Mexmûrê ve hatîye revandin û birine Qendîlê.
Dest nîşan kir, ev keçe bi hênceta beşdarî kirina di xuleka perwerdekirinê de ya PKK ê ji bo Qendîlê hatîye şandin, vê yekê jî kêşe li nêvbera malbata Çîmenê û Rêxistinên Ciwanên kampê de çêkirine.
Li gor agahiyên ku çavkaniyên pêgeha me ji Kampa Mexmûrê bi dest xistine, li roja 15 vê mehê mamê Çîmenê ku navê wî Erdale bi çekê Kilaşînkofê gulle berdane baregeha Rêxistnên Ciwanên kampa Mexmûrê, piştre asayîşa kampê ew binçav kirîye.
Malbata Çîmenê jî paş revandina keça wan, gef li PKK ê xwarine û jêre gotine heger keça wan Çîmen neyê vegerandin wê kêşeyeke mezin dirust bikin.