Operasyona pakijkirina Şingalê ji grûpên çekdar ên ne qanûnî ji bo dema 4 rojan tê paşxistin weke dawî derfet ji bo çûne dera wan grûpên çekdar ku bi awayekî ne qanûnî di nava Şingalê de ne.
Di vê derbarê de Elî Umer cêgirê parêzgerê Neynewayê di daxuyaniyekê de ji bo ajansa AA a Tirkiyê ragihand, di van 4 rojan de ku weke dawî derfet ji bo grûpên çekdarên ne qanûnî hatine diyarkirin ku li Şingalê derkevin, heger ev grûpane vê derfetê ji dest xwe bikin wê demê dê hikûmeta Îraqê bertekek din hebe.
Ev biryar a hev deme di gel seredana şanda bilinda ewlehiya Îraqê ji bo Mûslê, ji bo cî bi cî kirina lihevhatina Şingalê a dinavbera Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Îraqê de ji bo normalkirina rewşa Şingalê û derxistina grûpên ne qanûnî yên çekdar li Şingalê de.