Biratîya Gelan = asmîlebûna gelê Kurd di nava Tirk, Ereb û Farsan de

  • Cemal Hemê

Paş ku Ocalan soz bi dewleta Tirkiyê day xizmetê jêre bike, pirojeya “Biratîya Gelan” li Bakurê Kurdistanê hat bi cî kirin, Ocalan wexta li Kînyayê xwe radest krî û hêjan di balefrê de bû wî ji efserên Tirk re go “ez ji bo xizmetê amademe”, Ocalan li wir soza Asmîle kirina gel bi dewleta Tirkiyê da, soza bê çek kirin û guherîna semta tekoşîna rêxistna PKK ê da, bi awayekî ku bikeve di berjewendîya ecîndayên dewletê de.

Ocalan li sala 2013an pirojeya “Biratîya Gelan” qebûl kir, li gor wê pirojeyê pêwîste aştî li Tirkiyê were pêkanîn, Ocalan ji PKK ê xwest çekan danin û Tirkiyê bi cî bihêlin, wî bang li 30 milyon Kurdên Bakur kir ku dev ji mafên xwe yên netewî berdin, ji bo ku li ser bingeha “Biratîya Gelan” di nava civaka Tirkiyê de asmîle bibin.

Ya rast ev yek çêbû, gerîla ji Bakur bo Rojava û Başûr hatin veguhastin, ji bo ku piştgiryê li rejêmên Îraqê û Sûriyê bikin ku pirojeya “Biratîya Gelan” li van herdu parçeyan jî serbixin.

Pirsa li vir eve, gelo pirojeya Biratîya Gelan çî ye?

“Biratîya gelan” pirojeyeka îstixbaratî a qirêje, dezgeha îstixbarata Tirkiyê bi alîkariya her yek ji rejêmên Sûriyê û Îranê hatîye çêkirin, piştgiryê dide wan rejêmên ku Kurdistan li hemû parçeyan dagîr kirîn, ev proje ji kurdan dixwaze dev ji mafên xwe yên netewî berdin û di çarçoveya wan dewletan de bimînin û di nava gelên wê de asmîle bibin.

Ya rast em hemû dizanin ku rejêmên dewletên dagîrkarên Kurdistanê îdîaya demokratîzebûnê dikin, bi awayekî ku ew cudahiyê li nêvbera pêkhateyên gelên xwe de nakin, pirojeya “Biratîya Gelan” jî tam ew yeke ku ev dewlete dixwazin li ser gelê kurd pêk bînin, bi gotneke din ev proje dibêje kurdan: “dev ji xewnên xwe berdin û li gel gelên dewletên dagirker bijîn û di nava wan de asmîle bibin”.

Pirojeya “Biratîya Gelan” ku PKK e û rêxistinên dovelankên wê yên mîna PYD ê û rêveberiya xweser dixwazin li ser gelê kurd li rojava bi darê zorê û terorê û pirobagandayê bi cî bînin, bi mezintirîn derew û xapandin tê hesab kirin ku bi dirêjahiya dîrokê li gelê kurd tê kirin, ji berku amanca vê pirojeya qirêj ji rêbirina doza kurdî ye li her çar perçeyên kurdistanê, herweha dixwaze kurd heya roja axiretê li jêr desthilata dagîrkaran bimînin, lewma pêwîste kurd şiyar bibin û bizanibin kanê ev çi pîlanin li dijî wan tên meşandin, hevdem bi hemû hêz û karîna xwe li dijî vê pirojeyê bisekinin û ji berî ku wext dereng bikeve, ji ber ku amanca vê pirojeyê amanckirina stato û neteweya kurde, ew neteweya ku rihên wê di kûrahiya dîrok û erdnîgariya navçeyê de cî girtine.

Pustên heman beş