Îro roja pêncişemî bi sedema bombebaran kirina baregehên hêzên çekdar yên ser bi Îranê ve, li Rojhilatê Sûriyê, herî kêm 19 çekdar û alîgirên Îranê hatin kuştin.
Rewangeha Sûriyê ji bo mafên mirovan, ku baregeha wê a sereke li Berîtanya yê ye, ragihand, guman tê kirin balefireke Îsraîlî li nêzî bajarê Al Bûkemal ê hevsînorê Sûriyê û Îraqê bordoman kiribe.
Di daxuyaniya vê saziyê de hatiye: tê texmîn kirin hemû kesên hatî kuştin bi esla xwe “Pakistani” bin.
Ev yekem car nîne ev grûp û mîlîşyayên çekdar li ser sînorê Dêrezorê tên bombebaran kirin, şeva şemiya rabûrî jî, di encama bombebaran kirinekê de 14 çekdarên alîgrên Îranê hatibûn kuştin.