Balyozxaneyên Israîlê ketin di amadebaşiyê de

Balyozxaneyên Israîlê ketin di amadebaşiyê de

Balyozxaneyên Israîlê li welatên dinyayê, ketin di rewşa amadebaşîya herî xetere de, paş ku zanayê etomîya Îranê Mihsin Fexrîzade hatîye kuştin.

Kenala 12 a Israîlê îro roja şemî 28/11/2020an eşkere kir, weke amadekarî ji boy her rewşekê, balyozxaneyên Israîlê li tev welatên dinyayê ketin di rewşa amadebaşiyê ya herî xeter de, ji ber ku rejîma Îranê, Israîlê bi perpirsiyar ji cînayeta teror kirina zanayê xê yê etomiyê, Mihsin Fexrîzade dibîne.

Her wiha amaje kir, Israîl niha pêşbînîya kiryarên tolhildanê dike, lewma ev biryar ji boy balyozxaneyên wê li welatên dinyayê hatîye girtin.

Tê zanîn paş ku duh roja înîn zanyayê etomîya Îranê Mihsin Fexrîzad ketîye ber êrîşekê û canê xwe ji dest day, rejîma Îranê her rast Israîl bi kuştina wî sûçbar kir û îro her rêberê Îranê Ayetulla Eliyê Xamineyî gef li Israîlê xwarn û soza tolhildanê daye.

Mihsin Fexrîzade zanayê pêncan yê etomîya Îranê ye ku ji sala 2010an ve li nava Îranê hatine teror kirin.

Pustên heman beş