Şikefta 8 jûr a PKK ê li Xwakurkê tê teqandin

Arteşa Tirkiyê şikefteka çekdarên Partîya Karkerên Kurdistanê ku ji 8 jûran pêk tê, li çiyayê Xwakurkê yê Başûrê Kurdistanê teqand.

Li gor hinek dîmenên vîdyoyî ku arteşa Tirkiyê parvekirine, di êrîşekê de ku li çiyayê Xwakurkê yê Başûrê Kurdistanê li dijî PKK ê pêkhatîye, şikefteke herî mezin ku ji 8 jûran pêk tê, ji bal eskerên Tirk vê tê mayîn kirin û teqandin.

Ev şikeft ku dirêjahîya wê nêzî 300 metroyan bû, ji bal çekdarên PKK ê ve weke cebilxane û veşargeh di hat bikaranîn, hinek kel û pel û pêwîsteyên locistîk yên PKK ê têde bûn û ji bal eskerên Tirk ve hat teqandin û qepat kirin.

Partîya Karkerên Kurdistanê hîna niha tu agahî li derbara wê şikeftê û teqandina wê parvenekirine.

Pustên heman beş