Li 42 parêzgehên Tirkiyê, di operasyona li djî endamên rêxistina PKK ê de, 641 kes hatin desteser kirin.
Serdozgerîya Komarî a Tirkiyê di daxuyanîyek nivîskî de eşkere kir, ji roja pêncişemîya rabûrî 26/11/2020an, di çarçûveya lêpirisîna li ser endam û alîgrên PKK ê tê kirin, der heqê 641 gumanbaran de ku kar û çalakiyên PKK ê di meşandin, biryara binçavkirinê hate girtin.
Hêzên dijî terorê li 42 parêzgehan ji bo binçavkirina gumanbaran, operasyon encam dan û ew hejmara gumanbaran hatin binçavkirin.
Di lêgerînan da jî hejmarek gelek çek, demançe, tiveng û fîşek û sacorên wan çekan herwiha dokumentên rêkxistinî û meteryalên dîcîtal dest bi ser de hat girtin.