Li Gazneya bajarê Efxanistanê di êrîşa bibombe ya bi wesayîtekê va hat kirin da 31 kes hatin kuştin û 24 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê wîlayeta Gazne Wehîdulla Cumezade daxuyand, îro roja yekşemî 29/11/2020an, lî nêzî avahiyekî ewlehiya komando ser bi arteşa Efxanistanê bi wesayîteke bombebarkirî vê êrîş hat kirin.
Wehîdulla got ku di êrîşê da 31 esker hatin kuştin û 24 jî birîndar bûn.
êrîş bi wesayîteke bizirx ya cureya wê Humvee ye û heta dev tijî teqemenî bû va hatiye kirin.
Kesî berpirsyariya êrîşî hilneda ser xwe. Lê belê guman ji boy tevgera Talîbanê diçe ku di berê de kiryarên hemawa li Rojhilata welat encam dane.
Teqîna dûyemîn li Başûrê Efxanistanê çêbûye, wexta ku otombêleke mayîn kirî karwanê erebeyên şaredarê bajarê Zobalê hedef kirî, di wê teqînê de, 3 kes hatine kuştin û şaredar ji vê hewla teror kirinê rizgar bû.