Îro roja duşemiyê di merasîmeke mezin de, Îranê termê zanayê etomî Mihsin Fexrîzade li goristana Tehranê sipart axê.
Îro roja duşemî 30/11/2020an li Tehranê ya paytexta Îranê, merasîma bin ax kirina zanayê etomî yê Mihsin Fexrîzade birêveçû, hejmareke herî zor a berpirsên Îranê beşdarî merasîmê kirin ji wan, wezîrê bergiriyê, serokê rêxistina têhna etomî, fermandarê sipayê pasdaran û fermandarê feyleqa qudsê.
Paş ku nimêja mirîya li ser cesedê Fexrîzade hatîye kirin, ew li qada goristana Îmamzade Salh li Tehranê bi axê hat sipartin.
Di merasîmê de, Emîr Xatemî wezîrê bergirîya Îranê daxuyanî da û dest nîşan kir ku teror kirina Fexrîzade bê bersiv nabe û ji bo vê mebestê ferman ji bal raberê Îranê ayetulla Elî Xamineyî hatîye der kirin.
Tê zanîn zanayê etomî yê Îranê mihsin Fexrîzade li înîya rabûrî di êrîşekê de li navenda Tehranê hat hedef krin, Îranê her rast Israîl bi teror kirinê sûçbar kirîye û gefa tolhildanê lê kirîye.