Jêderekî ji ewlehiya Iraqê ragihand, çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 7 baregehên xwe li Şingalê vala kirin. Ew jî di çarçoveya rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê de ye.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê li ser rewşa asayîkirina Şingalê rêkeftibûn. Li gor rêkeftinê jî, divê ti hêzên çekdar li navçeyê nemînin, da ku zemîneke guncaw ji bo vegerandina penaberan peyda bikin.
Heta niha gelek koçberên Şingalê ji ber hebûna PKKê û gelek grûp û rêxistinên din yên çekdar venegeriyane deverên xwe. Koçberên Şingalê bi xwe behsa wê yekê dikin ku ji bilî xizmetkariyên pêwîst li navçeyên wan nînin, ji ber hebûna wan grûpan ew hest bi aramiyê nakin.
Roja 27.11.2020an ala grûpên çekdaran li nava Şingalê hatin daxistin ku li gorî rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de dive, grûpên çekdaran 5 kîlometreyan dûrî Şengalê bin.