Rijêma Sûriyê wê hemû dibistanên Rêveberiya Xweser bixe bin kontrola xwe

Rijêma Sûriyê wê hemû dibistanên Rêveberiya Xweser bixe bin kontrola xwe

Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyê Darim Teba li Parlamena Sûriyê gotarek pêşkeş kir û tê de got, ewê tevahiya dibistanan ji destê Rêveberiya Xweser derxin û zimanê kurdî lê bidin xwendin.

Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyê Darim Teba ragihand, xwendin û perwerdehiya li dibistanên ku di destê Rêveberiya Xweser de ne tê kirin, ne perwerdehiyeke niştimanî ye û got, hikûmeta Sûriyê kar ligel rêxistinên navdewletî dike, ji bo dibistanên di destê Rêveberiya Xweser de ne, vegerînin bin kontrola hikûmeta Sûriyê.

Wezîrê Perwerdehiyê da zanîn: “Dê li wan dibistanan du demjimêran zimanên kurdî, suryanî û aşûrî bên hînkirin, eger dê û bavê xwendekaran vê yekê daxwaz bikin.”

Teba diyar kir, “Em li gel hînkirina bi zimanên herêmî ne. Ev yek normal e û dibistanên me yên Ermenî yên bi zimanê Ermenî hîn dikin hene.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, ji sala 2015an ve Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser perwerdehiya bi zimanê kurdî û rêbaza xwe derbasî dibistanên perwerdeyê dide û tenê perwerdehiya di bin banê hikûmeta Sûrî de li çargoşeya ewlehiyê ya bajarê Qamislo û Hesekê tê dayîn.

Mijara perwerdehiyê di danûstandinên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partîyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) de jî tê gotûbêjkirin ku ENKS tekez dike ku ew ne li dijî perwerdehiya bi zimanê kurdî ne, le divê guhertin di sîstema perwerdehiyê û rêbaza xwendinê ya Rêveberiya Xweser de çêbibe.

Pustên heman beş